07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    HDP

    HDP dê yekser banga aştiyê bike

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Rêvebirên HDPê dê ji PKKê daxwaziya agisbestê, heke ev nebe jî dê pêşniyara 'xweparêziya rewa' bike. Tê hêvîkirin ku desteyek ji HDPê têkiliyan bi PKKê re dayne.

    HDP, digel hevserokê xwe Selahattin Demirtaş civiya. Di civînê de parlamenterên herêmê ragihandin ku di asteke xeternak de rewş aloztir û pevçûn gurtir dibin.

    Hin parlamenteran jî ji bo dengbirîna çekan pêşniyar kirin ku bi 80 parlamenterî ve li Enqereyê çalakiyekê li dar bixînin. Çend parlamenterên herêmê jî daxuyandin ku di Roja Aştiyê ya Cihanê de gelê herêmê li benda daxuyaniyeke Abdullah Ocalanî bûn û ji ber ku ev daxuyanî nehate kirin li herêmê hêvî kêm bûne.

    Banga yekser

    Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, banga HDPê ya vê carê dê bi dengekî gelek xurt bê kirin. Rewşa pevçûnên heyî qadê ji siyaset û demokrasiye re nahêle. 6 milyon dengdanên HDPê, parlamenter û endamên Lijneya Rêvebiriya Navendî li benda HDPê û aştiyê ne, di vê çarçoveyê de divê HDP daxwaza aştiyê rasterast bigihîne rêxistina PKKê.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Di pêvajoya çareseriyê de HDP dê bibe muxatabê me
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demîrtaş, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de