14:45 26 Gulan 2018
Selaheddin Demîrtaş

Demîrtaş: Me qebûl bikira em ê mîna CHPê bihatana xapandin

© REUTERS / OSMAN ORSAL
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berî çend rojan Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ji bo hin hevdîtinên dîplomatîk li Ewropayê bû.

Demîrtaşî li Brûksela paytexta Belçîkayê di hevpeyvîneke ligel RojNewsê de ragihand ku îlankirina xweseriyên demokratîk mafekî rewa ye û ev yek di bernameya partiya wan de jî heye. Herwiha got ku ev rêveberî ne ji aliyê PKK û HDPê ve, belkî ji aliyê gel bi xwe ve tên ragihandin.

Krîza serokatiya Herêma Kurdistanê me xemgîn dike

Demîrtaşî derbarê krîza serokatiya Herêma Kurdistanê de jî got: ‘Li Rojhilata Navîn ji nû de çarenivîsa gelê kurd tê dariştin, lê mixabin li Herêma Kurdistana Federal meseleya serokatiyê weke pirsgirêkeke navxweyî ber bi krîzek kûr ve diçe. Hêvî  û daxwazên me ew in ku di demek kurt de gel û hêzên siyasî bên ba hev, li ser bingehê berjewendiyên gel û Kurdistanê, li ser prensîbên demokrasiyê siyaseteke hevpar bixin pratîkê.'

Em bi dek û dolabên AKPê nexapiyan

Demîrtaşî derbarê hukimeta hevpeymaniyê û hilbijartinên pêşwext de wiha got: Em piştrast bûn AKP ligel me deshilatdariyeke demokratîk çênake û bernameyeke wê ya demokrat nîn e. Herwiha terazûya pêwendiyan serûbin kiriye û siyaseta şer dimeşîne. AKPya ku  guhertinên bingehîn qebûl neke, hevpeymaniyeke durist jî çênake. Ger me pejirandibûya, em ê wekî CHPê hatibana xapandin. Bêgûman zehmet e ku mirov texmîn bike bê ka rewşa piştî 1ê Mijdarê dê çawa be. Li gorî encaman em ê bijardeyên hevpeymaniyê binirxînin û ji nû ve biryarê bidin.

Bi heman mijarî:

Li Dêrsimê şer
Leşkerên tirk rê neda medya û xelkê ku biçin ser sînor
Li Şirnexê li ser wesayitekê êriş: 1 mirî, 1 birîndar
Li Wanê li ser qereqoleke sînor êrişek pêk hat
Îro Alan, dayîk û birayê wî li Kobanî vedişêrin
Etîketan:
Selahattîn Demîrtaş, Belçîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de