14:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Leşkerên tirk rê neda medya û xelkê ku biçin ser sînor

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Termên Alan, dayik û birayê wî ber bi Kobaniyê tên veguhestin. Medya û xelkên ku ligel kerwanê terman bûn, ji aliyê leşkerên Tirkiyayê ve hatin astengkirin û leşkeran destûr neda ku ber bi sînorê Kobaniyê ve biçin.

    Ji bo ku beşdarî merasîma veşartina Alan, birayê wî Xalib û dayika wan bibin nûnerên HDP, ENKS û xelkên sivîl ên Pirsûsê çûne ser sînorê Kobaniyê da ku derbasî Kobaniyê bibin.

    Peyamnêrê Rûdawê Maşelah Dekak ji Pirsûsê ragihand ku 'leşkerên tirk li pêşiya sînorê Kobaniyê xaleke kontrolê danîne û rê nadin xelkê û medyayê ku biçin ser xala sînorî û derbasî Kobaniyê bibin.'

    Maşelah Dekak wiha got: “Ji bilî endamên AKPê leşker rê nadin kesekî din ku biçin ser sînor.'

    Roja çarşemê termê zarokekî xeniqî li ber qeraxên Bodrumê hate dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hate belavkirin û hemû cîhan hejand.

    Piştî belavbûna wêneyê Alanê ku ligel birayê xwe û dayika xwe xeniqîbûn, eşkere bibû ku xelkê bajarê Kobaniya rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bibû.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Akademîsyenê kurd: 'Hişê PKKê tevlihev e'
    Li Qereçobanê 13 kes hatin binçavkirin
    Termê Alan li Kobaniyê hat veşartin
    Îro Alan, dayîk û birayê wî li Kobanî vedişêrin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de