17:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Doç. Dr. Mucahît Bîlîcî

    TAYBET - Akademîsyenê kurd: 'Hişê PKKê tevlihev e'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 59601

    Doç. Dr. Mucahit Bilici anî ziman ku dûrketina kurdan a ji Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ne bertekeke demkî ye û zehmet e ku ev dengdêr bêpirsyarî di Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) de bimînin.

    Akademîsyenê Kurd Bilici pirsên Cesîm Îlhanî bersivandin û ev tişt gotin:

    'Dûrketina kurdan, bi taybetî jî dûrketina kurdên dîndar ji AKPê li gorî min ne bertekeke demkî ye. Çûyîna dengan ji HDPê re jî ne rasthatinek e. Lê ji bo AKPê vegera dengan çiqasî zor û zehmet be, bêpirsyarî ji nû ve çûyîna ji bo HDPê jî ewqasî zor e. Yanê veqetîna ji AKPê pir bihêz e, çûyîna ber bi HDPê jî bi şert û bi temkîn e.

    Ji ber ku PKKê dîsa dest bi şer kiriye jî Bilici wiha dibêje: 'Ez vê yekê teqez şaş dibînim û qebûl nakim. Piştî ku HDP di hilbijartinê bi ser ket divê pêşiya siyaseta sivîl vekira. Ji bo vegera çekê sedemeke maqûl tuneye.'

    Biliciyê ku got serê PKKê tevlihev e, ev tişt anîn zimên: Hişê PKKê tevlihev e. Divê PKK vî tiştî bibîne ku têkoşîna kurdan a ji bo mafan êdî gihiştiye asteke ku ji PKKê bi xwe jî mezintir e. Pêwist e ku PKK li gorî vê rewşa nû xwe rojane bike.

    Bilici, reqabet û dexesiya di navbera partiyên kurd de jî şermezar dike û dibêje: 'Helwesta quretiya kevneşopî ya PKKê ya li hemberî başûrê Kurdistanê pir şaş dibînim.'

    Bilici got ku 'îro karê herî pêwist û lezgîn piştevaniya kurdan e û divê ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xebat were kirin.'

    Bi heman mijarî:

    Cebar Yawer: 'Amerîka dê Pêşmerge bi çek bike'
    Serokê Komeleyê Elî Bapîr sirûda 'Ey Reqîb' qebûl nake
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de