18:04 23 Mijdar 2017
Zindî
    binçavkirin

    Li Qereçobanê 13 kes hatin binçavkirin

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê serê sibehê polêsan bi ser gelek malan de girt û di nav de hevserokên DBPê yên navçeyê, rêveber û endamên meclisa şaredariyê jî heyî 13 kes hatin binçavkirin.

    Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê polêsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtina malan de Hevserokê DBPê yê navçeyê Ekrem Ugraş, endamên meclisa şaredariyê Fettah Kuçukkaya, Kazim Erhan, Hafît Keklîk, Ekrem Çîmtîmur û Niyazî Înce û rêveberên DBPê yên navçeyê Murat Guneş, Şemsettîn Yavaş, Beşîr Erhan, Fesih Polat û welatiyên bi navê Mahmut Polat û Erdogan Sari hatin binçavkirin û ew birin Mudiriyeta Polêsan a navçeyê.

    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û tê gotin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde jî bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Bazîdê 6 kes hatin girtin
    Li Erziromê 32 herêm wekî ‘herêma ewlehiyê' hatin îlankirin
    Li gelek bajar û navçeyan girtin û binçavkirin didomin
    Etîketan:
    DBP, Qereçoban
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de