03:03 23 Îlon 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Kosret Resûl daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir...

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Cîgirê Yekem ê YNKê Kosret Resûl nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şand. Daxwazê jê dike ku biryara birîna mûçeyên (kadroyan) qut neke.

    Kosret Resûl nameyek li ser tora civakî Facebookê belav kir û daxwaz ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku mûçeyên kadroyên YNKê û partiyên din qut neke.

    Roja 1ê Îlonê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Wezareta Darayî kiribû ku fermana damezrandina wan kadroyan hilweşîne.

    Naveroka nameya Kosret Resûlî wiha ye:

    Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî:

    Silav û rêz

    Li gorî fermana te ya jimare 916 rêkeftî 01.09.2015 ku te ew arasteyî Wezareta Darayî kiriye derbarê fermanbaranên Rêveberiya Karûbarê Rêxistinên Silêmaniyê de. Ez daxwazê ji we dikim ku hûn vê biryarê ragirin û lêvegerekê derbarê wê de bikin. Ji ber ku ew hemî (Kadirên) çalakvan in û dilsozê gelê xwe ne. Berî niha gelek fermanbaran bi heman şêweyê hatine damezirandin û niha di dezgehên Hikûmeta Kurdistanê de li ser erkê xwe ne.

    Lewma ez daxwazê dikim ku bi heman şêweyî ew fermanber li ser karên xwe di heman dezgehên ku ew niha lê ne bimînin.

    Li gel rêza min

    Kosret Resûl Elî

    Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî

    Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê(YNK)

    Bi heman mijarî:

    YNK, Goran, Yegirtû û Komelê biryara dawî dan
    PDK û YNK pirsa hilbijartina serokê herêm gotebêjkirin
    YNK: Me bi Îranê re behsa serokatiya Kurdistanê nekiriye
    Etîketan:
    Hikumeta Kurdistanê, Kosret Resûl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de