08:06 24 Îlon 2017
Zindî
    Petrol

    Herema Kurdistanê meha Tebaxê çiqas petrol firotiye?

    © Fotolia/ Edelweiss
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hukimeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di meha Tebaxê de zêdetirî 14 milyon bermîlan petrol hatiye hinartin.

    Hukimeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ku kopiyek jê gihîştiye ber destan radigihîne ku di nava meha Tebaxê de 11 milyon û 365 hezar û 277 bermîl petrol bi riya bendera Ceyhanê ya Tirkiyayê hatiye hinartin ku rojane dike 366 hezar û 331 bermîl.

    Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku milyonek û 579 hezar û 4 bermîl jî radestî Bexdayê hatiye kirin ku rojane dike 50 hezar û 935 bermîl.

    Hukimetê her wiha ragihandiye, ji ber ku boriya petrolê li nava Tirkiyayê hatibû teqandin, 9 rojan petrol nehatibû hinartin.

    Di daxuyaniyê de nehatiye gotin bê ka her bermîla petrolê bi çiqasî hatiye firotin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Alan di cîhanê de sembola mezlûmiyeta gelê kurd e'
    Zêr li herema kurdnişîn biha bûye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de