16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: 'Alan di cîhanê de sembola mezlûmiyeta gelê kurd e'

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7301

    Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera xeniqîna Alan Kurdî yê 3 salî de ku xelkê Kobaniya rojavayê Kurdistanê ye, daxuyaniyek belav kir.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyera xeniqîna kurekî kurd ê bi navê Alan Kurd û malbata wî de, ku di deryaya Spî de xeniqîne, ragihand ku dîmenên cenazeyê Alan Kurd wijdanê dihejîne û semboleke din a rebeniya gelê kurd e.
    Serokatiya Herêma Kurdistanê di vê daxuyaniyê de ragihand: “Wêneyê termê wî zarokê kurd ê ji Kobaniyê wijdanê dihejîne û di cîhanê de semboleke din a belengaziya gelê kurd e jî.”

    Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Alan û malbata wî ku riya terikandina welatê xwe û koçberiyê dane pêşiya xwe, nimûneya mafxwarî û wê zilmê ne ku bi dirêjiya dîrokê û di qonaxên cuda cuda de li dijî gelê kurd hatiye kirin.”

    Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hemû cîhan berpirs e li wê yekê ku gelê Kurdistanê biparêzin û di jiyana mirovên kurd de rê li ber dubarebûna karesatan bigrin.”

    Serokatiya Herêma Kurdistanê teqez kir: “Dema wê yekê hatiye ku dawî bi awareyî, trajedî û êş û azarên gelê kurd were û kurd li ser axa xwe bi aştî û serbilindî bijîn.”

    Di beşeke din a vê daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xortên gelê Kurdistanê kiriye ku axa xwe bi cih nehêlin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiya vê daxuyaniyê de daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û welatên azad kir û wiha berdewam kir:

    “Em daxwaz ji civaka navneteweyî û welatên azad dikin ku alîkariya wan aware û koçberên ku berê xwe dane Ewropayê bikin û bîr li wê yekê jî bê kirin ku çavkaniyên wê zilm û cudakariyê were jinavbirin, ku li dijî gelê Kurdistanê û hemû gelên belengaz ên cîhanê tê kirin.”

    Duh 2ê Îlona 2015an termê zarokekî xeniqî li qeraxa bajarê Bodruma Tirkiyayê hat dîtin. Piştre hat zanîn ku ew zarok kurd e û navê wî Alan Kurd e û ew bi dayika xwe ya bi navê Reyhan û birayekî xwe yê bi navê Xalib re di nav Deryaya Spî de xeniqîne.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, dê firînên ji bo keşfê du qatî zêde bike
    Putîn serkeftina Çîne ya dîrokî pîroz dike
    Jinên çeçen DAIŞ xapand
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de