09:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Elî Bapîr + Fûad Hisên

    Serokê Komeleyê Elî Bapîr sirûda 'Ey Reqîb' qebûl nake

    © Foto: twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9110

    Serokê Parlamena Kurdistanê li ser xatirê Emîrê Komeleyê Elî Bapîr bi devkî xwendina sirûda 'Ey Reqîb' rakir.

    Berdevkê Fraksiyona PDKê Dr Mihemed Elî amaje bi wê yekê dike ku ‘Serokê Parlamena Herêma Kurdistanê, ji ber xatirê Partiya Komeleya Îslamî xwendina sirûda 'Ey Reqîb rakir û tenê awaz hatiye lêxistin.'

    Parlamena Herêma Kurdistanê duh  rûniştina xwe ya yekem a serdema payîzê li dar xist. Di destpêka rûniştinê de sirûda neteweyî "Ey Reqîb" nehate xwendin û tenê awazên wê hatine lêxistin.

    Derbarê mijarê de Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr Mihemed Elî daxuyand ku ev yek tenê ji bo razîkirina dilê Komeleya Îslamî hatiye kirin.

    Elî diyar kir ku ev sirûd sirûda niştimanî ye û gelê kurd bi tevahî bi çavekî tijî rêz û xweşî vê sirûdê pêşwazî dikin û got: 'Divê hemû alî bizanibin ku ev sirûd niha nehatiye afirandin. Ev bi dehan salan e ku gelê Kurdistanê wekî semboleke neteweyî li Ey

    Reqîb dinêre. Ev cihê mixabiniyê ye ku niha jî ji bo razîkirina dilê aliyekî siyasî, bête piçûkxistin.'

    Emîrê Komeleya Îslamî Elî Bapîr beriya niha jî ji ber gotinên di nav sirûda Ey Reqîb de sirûd weke sirûda neteweyî qebûl nekiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî: 'Bila şer raweste!'
    Kurdistan li ber hilbijartina pêşwext e
    Etîketan:
    Komele, PDK, Elî Bapîr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de