20:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Îdrîs Balûken

    Baluken: 'Divê wekîlên CHPê guh bidin dengê wijdanên xwe.'

    © Foto: faceook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Cîgirê Serokê Koma HDPê Baluken nerazîbûn nîşanî tezkereya şer da û banga 'guh bidin dengê wijdanên xwe' li wekîlên CHPyî kir.

    Balûken derbarê rojeva meclisê de axivî û tezkereya şer a ku hate rojeva meclisê wekî "hevpariya kaos, şer û komkujiya nû" pênase kir. Baluken anî ziman ku 'ev biryara li ser tezkereya operasyona li derveyî sînor, ji bo dîroka demokrasiya Tirkiyayê cihê şermê ye' û destnîşan kir ku 'di navbera rojeva civakê û rojeva qesrê de nakokiyeke cidî heye'.

    Baluken bal kişand ser rewşa partiyên muxalefetê ya di dema dengdayîna tezkereya şer û anî ziman ku 'MHP xwe bi şer û xwînê xwedî dike'.
    Baluken her wiha ev rexne li CHPê kir: ‘Ji ber ku CHPê heta roja îro şerê ku tê meşandin wekî 'şerê qesrê' pênase dikir, ev helwesta îro ya ku nîşan dide, ji aliyê tevahiya gelê me ve bi tundî tê rexnekirin. Şaşîtiyên AKP'ê yên di polîtîkaya derve de, şaşîtiyên di polîtîkaya Sûriyayê de wekî sedema rewşa şer û kaosê pênase kiribû. Lê îro radibe dibêje ew ê ji tezkereya şer re dengê 'erê' bi kar bîne. Ev yek bi awayekî zelal tê wê wateyê ku êdî ew jî bi şerê qesrê re hevpar in. Tê wateya hevpariya polîtîkaya derve ya AKPê. Tê wateya hevpariya ji hemû sûcên komkujiyê yên AKPê re.'
    Baluken bi bîr xist ku bi tezkereyên operasyona derveyî sînor re komkujiyên Roboskî û Zergeleyê hatine pêkanîn û got, ‘Destên li meclisê bilind bibin, bi awayekî zelal wê were wateya hevpariya ji komkujiyên nû yên Roboskî û Zergeleyê re.'
    Baluken bang li parlamenterên CHPê kir ku ji bo guhertina vê biryara bi rêveberiya CHPê re heta kêliya dawîn bikevin nava hewldanan û got, ‘Eger ev biryar neyê guhertin jî, girîng e ku parlamenter di rûniştina civîna giştî de li wijdanên xwe guhdarî bikin. Polîtîkaya AKPê ya li ser Sûriyayê, cenazeyê zarokê li peravên Egeyê ye. Destekkirina tezkereya şer a AKPê tê wateya hevpariya trajediya mirovahiyê'

    Bi heman mijarî:

    Balûken: Bi Ocalan re me hevdîtineke nû nekiriye
    Balûken: Dibe ku Tirkiye di Dîwana Dadgerî ya Lahey de bê dadgehkirin
    Demîrtaş: ‘Îxbar kirin bêrûmetî ye.'
    Demîrtaş: ‘Erdogan bi xwe berê xwe da çiyê û şer îlan kir.'
    Demîrtaş: Mafê federasyonê heye
    Etîketan:
    HDP, Îdrîs Balûken, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de