14:31 19 Îlon 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    Cebar Yawer: 'Amerîka dê Pêşmerge bi çek bike'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge li Herêma Kurdistanê Cebar Yawer: 'Heke hikumeta Iraqê ji bo rizgarkirina Mûsilê biryarê bide em wekî Wezareta Pêşmerge amade ne.'

    Yawer diyar kir ku, ‘li ser axa Herêma Kurdistanê tu baregahên Amerîkayê nêzî Mûsilê tunene û nûçeyên ku Amerîka hêzên Pêşmerge ji bo rizgarkirina Mûsilê perwerde dikin ne rast in. Ji bo rizgarkirina Mûsilê gelek plan hatin danîn; lê piştî ku DAIŞê êrişî Ramadiyê kir hemû hatin paşxistin.'

    Cebar Yawer di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Piştî rizgarkirina Ramadiyê operasyona Mûsilê tê plankirin. Tenê hikumeta Iraqê divê vê biryarê bide. Heke biryarê bide, dewletên koalîsyonê dê bi riya esmanî piştgiriyê bidin, em jî dikarin di sînorên xwe de amade bin; ji bo ku rizgarkirina Mûsilê ji bo me gelek girîng e. Heke ji bo rizgarkirina Mûsilê planeke berfireh bê danîn, encax wê demê em dikarin bibin perçeyek ji operasyonê.'

    Sekreterê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got ku ‘tevlîbûna hêzên Pêşmerge ji bo rizgarkirina Mûsilê tenê ji bo armanca parastina sînorên Herêma Kurdistanê ye. Jiber ku hetanî DAIŞ di Mûsilê de be dê xetere jî li ser Herêma Kurdistanê hebe, ji aliyekî din ve jî rizgarkirina hin deverên din bi xelaskirina Mûsilê ve girêdayî ye. Wekî mînak Başika nehiya Kerkûkê û Şengal. Kengê Mûsil rizgar bibe gefên li ser Herêma Kurdistanê jî ê bi dawî bibin.'

    Yawer di dawiya axaftina xwe de got: 'Dewletên hevpeyman hem dayîna bi kordînatan û hem jî bi bombebarandinê piştgiriya hêzên Pêşmerge dike. Niha jî profesyonelkirina hêzên Pêşmerge ji hêla Amerîkayê ve di rojevê de ye.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ gefan li xelkê Bakûrê Kurdistan dixwe
    Yûra Nebiyev: `Kongreya Kurdan wê bibe pire di navbera Kurdistan û diyaspora de`.
    Kurdistan: pirsgirêka dirêjkirna heyama serokatiya Mesûd Barzanî
    Etîketan:
    Amerîka, Cebar Yawer, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de