11:34 24 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî YPGê kir!

    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî YPGê kir!

    © REUTERS/ STRINGR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    DAIŞ li rojavayê Kurdistanê li dijî şervanên YPGê û gelên sivîl çekên kîmyayî bi kar anî.

    Piştî ku çeteyên DAIŞê li başûrê Kurdistanê çend caran çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge bi kar anî, vê carê jî li devera Salihiyêya bi ser Hesekeya rojavayê Kurdistanê li dijî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîsa ew çek bi kar anîn.

    Li gorî agahiyan, di encama êrişên çeteyên DAIŞê yên ku bi çekên kîmyayî li dijî şervanên YPGê û xelkên sivîl ê Hesekê pêk anîne, hejmareke şervan û welatiyên sivîl birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.
    Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihand ku çekdarên DAIŞê heya niha çendîn êrîşên bi vî awayî li dijî şervanan û xelkê rojavayê Kurdistanê pêk anîne.
    Hat hînbûn ku ew gaza ku çeteyên DAIŞê di êrişên xwe yên li rojavayê Kurdistanê bi kar anîne, ji cureyê gaza Toksîmê ye.
    DAIŞ bi berdewamî çekên kîmyayî li dijî hêzên kurd bi kar tîne û heya niha li asta navneteweyî tu nerazîbûnek li hemberî vê yekê nehatiye nîşandan.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    YPG: Li Sirîn û Kizwanan bi dehan çete hatin kuştin
    YPG:Çeteyan li Hesekê û Sinirê derbeyên giran xwarin
    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî pêşmerge kir
    Bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge di rojeva NYê de ye
    Etîketan:
    Pêşmerge, YPG, DAIŞ, Rêdûr Xelîl, Hesekê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de