19:52 22 Îlon 2017
Zindî
    Partiyên Kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî: 'Bila şer raweste!'

    © Foto: PAK navend
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Heyeteke li ser navê Hereketa Azadî, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-Bakur çûn serdana Liceyê.

    Heyeteke ku ji çend partî û saziyên kurdan ên bakurê Kurdistanê pêk tên îro çûn serdana cihên şer û navçeya Liceyê ya bi ser Amedê. Di heyetê de Endamê Meclisa PAKê M. Alî Yilmaz, endamên rêvebiriya rêxistina Amedê ya PDK-Bakurê Aslan Îlhan û Bora Balîn, sekreterê duyem ê Hereketa Azadî Sidki Zîlan, serokê rêxistina Amedê ya ÖSPê Nusrettin Maçîn jî hene.

    Heyet di seredanê de bi taybetî şerê ku li navçeya Liceyê diqewime û herwiha derbarê şewitandina daristanan de lêkolîn kir û derbarê rewşa herêmê de agahî û nêrînên gel standin.

    Heyet piştre derbasî avahiya Şaredariya Liceyê bû û li vir ji aliyê Cîgirê Serokê Şaredariyê Hamdullah Suphî Aydin ve hat pêşwazîkirin

    Heyet encama serdana xwe ragihand û wiha got: 'Zirarên vî şerî li ser vê deverê gelek zêde ne. Beriya niha li taxa Qerehesen pêvçûnên gelek mezin qewimîne. 4 herêmên mezin wek ‘herêmên ewlehiyê' hatine îlankirin. Gelek kes ji vê derê bar dikin. Gel jî vî şerî naxwaze. Naxwaze rê bên girtin, otomobîl bên şewitandin. Ev şer ne ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê ye. Divê ev mesele li bingeheke demokratîk de bê çareserkirin. Divê ev şer raweste.'

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê teqîn: 4 polês hatin kuştin
    Li Dêrikê şer
    Etîketan:
    Sidki Zîlan Nusrettin Maçîn, lîce, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de