13:49 26 Îlon 2017
Zindî
    Ebdurrehman Kurt

    Parlementerê AKPê yê berê: PKK dixwaze ku şer biqede!

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Parlamenterê berê yê Amedê yê ji AKPê Abdurrahman Kurt, diyar kir ku ev cara yekemîn e PKK dixwaze şer were rawestandin.

    Kurt herwiha got: 'Bila PKK şer bide sekinandin ew fîşenga ku li PKKê bikeve ez ê xwe bidim ber!'

    Abdurrahman Kurt, ji 'Radio Rûsya FM' a ku bi tirkî weşanê dike re derbarê şerê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî û got: 'Vê carê atmosfera şer bi awayekî din e. Ji ber ku PKK ev cara yekemîn e ku dixwaze şer were sekinandin.'

    Kurt anî ziman ku di şer de aliyê serkeftî tuneye û wiha axivî: 'Em hemû rastiyan dizanin; lê dîsa jî em canê hev diêşînin. Ew rastî jî ev e ku ne PKK bi çekan tê jinavbirin ne jî PKK dikare heta gundekî jî bi çekan bigire. Eger aliyek aliyê din bi temamî ji nav bibe jî dîsa mesele xilas nabe. Çimkî birînên wê yekê dê bimînin û dermankirina wan jî dê zehmet be.'

    Li gorî siyasetmedarê kurdnijad Kurt, kurdên Tirkiyayê ji zimanê AKPê hêrs bûne; lê vê dawiyê herî zêde ji çalakiyên PKKê hêrs bûne. Kurt wiha domand: 'PKK dixwaze şer nemîne. Belkî jî ev cara yekemîn e ku tiştekî wiha dibe. Lê divê rêxistin ji salên 90î derkeve. Eger ew bibêjin em ê şer bidin sekinandin û derkevin derveyî Tirkiyayê wê çaxê eger kesek gulleyekê berde wan ez ê xwe bidim ber fîşengê.'

    Abdurrahman Kurt helwesta hikûmetê ya ku PKK û HDPê mîna hev dibîne jî rexne kir û got: 'Divê dewlet piştgiriya peyamên aştiyê yên ku ji aliyê HDPê ve tên dayîn, bike. Eger HDP neyê hesibandin, xelet e. Eger daxuyaniyên Selahattin Demirtaş rastiyê bînin ziman wê çaxê divê mirov li wan xwedî derkeve.

    Bi heman mijarî:

    Bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge di rojeva NYê de ye
    Li Kerboranê teqîn: 4 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    Ebdurrehman Kurt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de