04:37 23 Mijdar 2017
Zindî
    Fûad Elîko

    Fûad Elîko: Pêşmergeyên Rojava wê ‘Devera Aram' birêve bibin

    © Foto: Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Mixalefeta Sûriyê Fûad Elîko ragihand ku wê pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê li gel çend yekîneyên tirkman û hin yekîneyên çekdar ên mixalefeta Sûriyê "Devera Aram" li bakurê Sûriyê bi rê ve bibin.

    Endamê Emîndariya Giştî ya Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyayê Fûad Elîko di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku, "Devera Aram" wê ji rojavayê cemê Ferat heta sînorê herêma Efrînê be, bi drêjbûna 100 km û pehnbûna 50 km be."

    Elîko got: "Bi mercê ku ew dever ji aliyê Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyayê û xelkên wê deverê were birêvebirin û ji aliyê leşkerî û ewlekariyê jî wê pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê, hin yekîneyên tirkman û Artêşa Azad dê wê deverê bi rê ve bibin."

    Elîko wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lihevhatinek di navbera Tirkiya û Amerîkayê de derbarê vê navçeyê de hatiye sazkirin, bi taybetî piştî êrîşa li Pirsûsê ji aliyê DAIŞê û kuştina du polêsên Tirkiyayê bi destî PKKê li Serêkaniyê, wê demê Tirkiyayê gefa derbasbûna bakurê Sûriyayê bi tena serê xwe da."

    Fûad Elîko amaje bi wê yekê jî kir, ku li wê devera ku dê bibe Devera Aram hejmarek mezin a şêniyên kurd heye ku digihê derdora 250 heta 300 hezar kesî û ew jî li bajarên Izaz, Cerablos, Bab, Menbic û Sifîrê ne û bi avakirina Devera Aram wê derfetek baş bê pêşiya wan da ku vegerin ser mal û milkên xwe.

    Tê zanîn ku pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê hêzek leşkerî ye kurdên ku ji leşkeriya rêjîma Baas a li Sûriyê reviyabûn jî li xwe digire. Ji ber nerazîbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku niha rojavayê Kurdistanê di bin navê Rêveberiya Xweser de bi rê ve dibe, ew pêşmerge nikaribûn vegerin rojavayê Kurdistanê ji bo ku beşdarî parastina Herêmên Kurd bibin û niha ew li başûrê Kurdistanê li gelek eniyan şerê li dijî DAIŞê dikin.

    Etîketan:
    Fûat Elîko, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de