11:03 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala kurdî

    YNK, Goran, Yegirtû û Komelê biryara dawî dan

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Civîna 4 alî ya li Silêmaniyê bi dawî bû û di dawiyê de daxuyaniyeke hevbeş hate belav kirin.

    Îro 2ê Îlonê her 4 partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê li avahiya nivîsgeha siyasî ya YNKê bi hev re civiyan.

    Di civînê de her 4 aliyan derbarê rewşa dawîn a Herêma Kurdistanê û qeyrana Serokatiya Herêma Kurdistanê de nêrînên xwe anîn ziman û ji bo çareseriya pirsgirêka serokatiyê bîr û baweruyên xwe yên berê dubare kirin.
    Li gorî agahiyan, her 4 aliyan di civîna xwe ya îro ya li Silêmaniyê de li ser wan çend xalan li hev kirin:

    Yekem: Beşdarên civînê bi hilkevta destpêkirina werza payîzê ya yasadanînê ya sala duyem a xula çarem a parlamentoyê de, pîrozbahiyê li Parlamentoya Kurdistanê wekî dezgehekî rewa û bawerwergirtî ji aliyê gel ve dikin. Herwiha hêviya serkeftinê û berdewamiyê di erkên wê yên yasadanîn û çavdêriyê de jê re dixwaze.

    Duyem: Parêzgarîkirin li yekrêziya helwesta her 4 aliyan.

    Sêyem: Rijdbûn li ser raporta Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê wek pêngavek bo bidezgehkirina dezgehên li Herêma Kurdistanê û tijekirina valahiya yasayî.

    Çarem: Her 4 aliyên civînê baweriyeke temam bi lihevhatin û berdewamiya civînan heye bo gihîştin bi çareseriyeke guncaw û yasayî.

    Pêncem: Civînê bêhnfirehî û çaverêbûna Hêza Pêşmerge li eniyên şer û herwiha ya xelkê Kurdistanê bilind nirxand, ku rijd e li ser serweriya yasayê, guhertina aştiyane ya desthilatê, çespandina bingehên demokrasiyê û parastina îstiqrar û hevhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi armanca rûbirûbûna eger û astengiyan.

    Şeşem: Civînê teqezî li ser parastina rol û pêgeha pêkhateyên neteweyî, olî û aliyên siyasî yên Kurdistanê di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina arîşe û giriftan û hewlên bo bidestxistina lihevkirina niştîmanî de kir.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK û Goran: Em sîstema parlemanî dixwazin
    YNK: Me bi Îranê re behsa serokatiya Kurdistanê nekiriye
    Etîketan:
    Komele, Goran, YNK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de