21:39 22 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Rûsya: Ji bo tunekirina DAIŞê divê dest ji xistina Esed bê berdan

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1001

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov, ji bo ku têkoşîna li hemberî DAIŞê bigihêje serkeftinê, xwest ku kesek hêviyên xwe bi xistina Esed ve girêneden. Lavrovî, bal kişand ser rola kurdan a li hemberî DAIŞê jî.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi wesîleya Zanîngeha MGIMO ya girêdayî Wezareta Karên Derve ku 1ê Îlonê dest bi perwerdehiyê kir, bi xwendekaran re hate gel hev. Lavrov di axaftina xwe de got: 'Têkoşîna bi terorê re tu carî bi dûrxistina Esed a ji wezîfeyê ve nayê girêdan. Ji ber ku hinek aliyan ev şertê han ê nerast danîne pêşiyê encamên berevajî derdikevin holê. Eger dest ji vê daxwazê bê berdan, em ê jî di vê çarçoveyê de wekî Federasyona Rûsyayê bihêztir bixebitin.'

    Lavrov, nêrînên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yên derbarê berterefkirina DAIŞê de ragihandin û bal kişand ser girîngiya rola kurdan jî. Lavrov, diyar kir ku di nav şertên wekhev de dikarin bi DYAyê re bikevin diyalogê.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: 'Em dixwazin kirîza Sûriyayê bi awayekî siyasî were çareserkirin'
    Lavrov: gotinên Poroşenko derbarê dijminatiya rûsyayê vala ne
    Lavrov û Zafîr: gotebêjên pêşîn di `realên siyasî yên nuh de`
    Lavrov bimebeste serdana Îranê bike
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Moskow
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de