16:57 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê

    YPGê li nêzî Sirînê 2 êrişên DAIŞê têk şikandin

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis, file
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Navenda ragihandin û çapemeniyê ya YPGê diyar kir ku hejmareke çeteyan hate kuştin.

    Navenda ragihandin û çapemeniyê ya YPGê diyar kir ku şervanan roja sêşemê êrişên çeteyên DAIŞê yên ku dixwestin ji rojava û bakurê rojavayê bajarokê Sirînê bi cilên sivîl êriş bikin, têk şikandin û hejmareke çeteyan hate kuştin.
    Daxuyaniya YPGê wiha ye:

    'Duh di saetên êvarê de li rojava û bakurê rojavayê bajarokê Sirîn a bi ser Kobaniyê, çeteyên DAIŞê xwestin ku êrişekê li dar bixin.

    Çeteyên ku bi kirasên sivîl û bi kelekan ji çemê Firatê derbas bûn, saet 19.00an ji milê Girê Reş, saet 20.00an jî ji navbera gundên Şuxha û Tenêen êrîş li dar xistin.

    Destpêke hêzên me çete şopandin û dema ku ji çemê Firatê derbas dibûn ji nişkê ve bi ser wan de girtin û zoreke giran li çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên komên çeteyan a ku ji milê Girê Reş êriş li dar xistibûn nehatiye zelalkirin.

    Lê di koma ku di navbera gundên Şuxha û Tenêen de êriş li dar xistibûn çeteyek hate kuştin, çeteyekî din jî hate birîndarkirin. Piştî pevçûneke demkurt çete ji qadê reviyan.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî pêşmerge kir
    Di navbera PDK-Î û Îranê de şer derket
    Etîketan:
    ypg, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de