01:43 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: 'Li Rojhilata Tirkiyayê şertên hilbijartinê tunene'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Demirtaş got: ‘Li Rojhilata Tirkiyayê şertên hilbijartinê tunene. Hevalên me yên ku ji herêmê tên tiştên baş nabêjin. Em ê ji bo ewlehiya hilbijartinê hewl bidin.'

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê şer û pevçûnên li herêmê diqewimin de axivî û nerazîbûna xwe anî ziman.  Demîrtaş got: ‘Li Rojhilata Tirkiyayê şertên hilbijartinê tunene. Hevalên me yên ku ji herêmê tên, tiştên baş nabêjin. Em ê ji bo ewlehiya hilbijartinê hewl bidin. Di nav şertên hanê de ne mumkin e ku ji bo hilbijartinê sandoq were danîn. Eger ankêt rêjeya dengên AKPyê kêm nîşan bidin, dibe ku hilbijartinê jî paşve bixin. Ez texmîn dikim ku ev tişt di çarçoveya planekê de tê meşandin.  Çawa ku dest danîn ser dewletê, hewl didin ku dest daynin ser sandoqan jî.'
Demîrtaş diyar kir ku li herêmê îxlalên mafan hene, lêbelê li rojavayê Tirkiyayê tenê % 10ê van tiştan dizane.

Bi heman mijarî:

Demîrtaş: ‘Îxbar kirin bêrûmetî ye.'
Demîrtaş: ‘Erdogan bi xwe berê xwe da çiyê û şer îlan kir.'
Demîrtaş: Mafê federasyonê heye
Parlamenterê AKPê: Demîrtaş nediwêriya bêje ez kurd im
Etîketan:
HDP, Selahattîn Demîrtaş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de