00:01 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî pêşmerge kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina DAIŞê careke din çekên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi kar anîne.

    Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAIŞê li nêzîkî Mûsilê di êrişên xwe yên li dijî Hêzên Pêşmerge de çekên kîmyayî bi kar anîne.

    Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de wiha hate gotin: 'Roja 31ê Tebaxa 2015an çekdarên DAIŞê li nêzîkî bendava Mûsilê rokêtek avêtin Hêzên Pêşmerge ku,  tê gumankirin madeyên kîmyayî bi serê wê hatibe girêdan.'
    Di dawiya vê daxuyaniyê de jî wiha hate ragihandin: 'Em gelek dilgiran in  ji şêwe, hejmar û metoda wan êrişan û daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dikin ku bilez kelûpelên xweparastinê ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.'
    Berpirsê Hêza Pêşmerge ya lî eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî ragihandibû ku DAIŞê di êrişa xwe de gaza kîmyayî ya ji cureyê 'xerdel' li dijî pêşmergeyan bi kar aniye. Piştî wê yekê, berpirsê payebilind ê hêzên hevpeyman ên li dijî DAIŞê, General Kevin Keliya gotibû ku 'analîzên destpêkê nîşan didin ku DAIŞê madeya kîmyayî ya xerdelê li dijî pêşmergeyan bi kar biriye.'

     

    Bi heman mijarî:

    Operasyona berfereh a Pêşmerge li başûrê Kerkûkê destpêkir
    Fermandarê Pêşmerge Ciwanroyî spartin axê
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Etîketan:
    Pêşmerge, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de