00:02 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Kurdistan li ber hilbijartina pêşwext e

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Serokê Navenda Vekolînên Stratejîk li Kurdistanê Ferîd Eseserd, diyar kir ku pêşniyarên PDKê ne cihê qebûlê ne û hilbijartina pêşwext îhtimaleke xurt e

    Partiyên kurd di hevdîtinan de mesafeyeke hindik digel hev meşiyane. Pêşniyarên wan ên ji bo çareseriya pirsgirêkan gelekî ji hev dûr in.

    Di civîna roja yekşemê de li ser navê YNKê Eseserd beşdar bibû û derbarê civînê de wiha gotibû: ‘Mijarên lihevkirinê pir hindik in û tabloyeke geşbîn derneket pêş. Bi qinaeta min pêşniyarên erênî yên hin aliyan çêbûn, lê bi giştî li ser nakokiyan lihevhatin çênebû.'

    Celal Talabanî YNK
    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Eseserd di berdewamiya wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘Nîqaş li ser 3 xalan tê kirin: qanûna serokatiyê, desthilatiya serokatiyê û şeweyê hilbijartina serokatiyê ye. Heta niha li ser van xalan lihevkirin çênebûye. Pêşniyarên ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirine: 'hilbijartina serokê herêmê ji hêla gel ve', 'bi qasî 2 salan dirêjkirina peywira serokê herêmê û çareserkirina krîzê bi referandûmê' heman tişt e û ev jî hilbijartinek pêşwext nîşan dide. Ji hêla PDKê ve pêşnîyarên ku tene kirin îşaretî hilbijartina pêşwext dikin. Ango îhtîmala hilbijartina pêşwext pir nêzîk e.'

    Eseserd wiha dibêje: 'Em û partiyên din pêşniyara PDKê di nav xwe de nîqaş dikin. PDK pêşniyara ku serokê herêmê ji hêla parlamentoyê ve were hilbijartin qebul nake û li gorî encama referandûma 2017an dixwaze serokê herêmê hilbijêre. Heke di referandûmê de biryara ku bila gel hilbijêre derkeve, divê dîsa hilbijartina serokê herêmê çêbe. Li gorî Lijneya Rêveberiya Hilbijartinê ji bo lidarxistin û encamdayîna her du hilbijartinan maweyeke bi qasî 18 mehan pêwist e. Lewre li şûna ku em du hilbijartina bikin, em hilbijartina pêşwext bikin ev pirsgirêk jî dê çareser bibe.

    Eseserd di dawiya axaftina xwe de got: 'Em partiyên Kurdistanê yên wekî PDK, YNK, Rêxistina Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komele ji bo çareseriya pirsgirêka serokê herêmê 6 caran di dîrokên cuda de hatin gel hev. Lê di civînan de em negihan encamekê.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran: Em sîstema parlemanî dixwazin
    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK sekreterekî nû ji xwe re hildibjêre
    Etîketan:
    Goran, YNK, PDK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de