21:32 24 Mijdar 2017
Zindî
    Îran

    Di navbera PDK-Î û Îranê de şer derket

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojhilat û hêzeke Îranê de şer derket.

    Di navbera hêzeke pêşmergeyên PDK — Rojhilat û hêzeke artêşa Îranê li gundê Sîsrê yê bi ser navçeya Rebetê şer û pevçûn derketiye.

    Li gorî çavkaniyên ji rojhilatê Kurdistanê hêzeke pêşmergeyên PDK — Rojhilat li mizgefta gundê Sîsrê yê bi ser bajarokê Rebetê li Rojhilatê Kurdistanê bûne û piştî ku hêzên Îranê ew yek zanîne, êrişî ser wan kirine û di navbera her du aliyan der şer û pevçûn derketiye.

    Hat zanîn ku hêzên Îranê gundên Sîsrê, Nestan, Geniman û Golê û herêmên derdora wan bi dijwarî topbaran dikin.

    Derbarê encama şer û kuştî û birîndarên her du aliyan de tu agahî nehatine zanîn.

    Li gorî agahiyên berdest, hêzên artêşa Îranê ew herêma ku şer lê derketiye, vegerandiye baregeheke leşkerî û hejmara leşkerên xwe li wir zêde kiriye.

    Ji aliyekî din ve Îranê hatin û çûyîna herêmê qedexe kirine û destûr nedane tu kesî ku biçin herêmê yan jî ji wir derkeve.

    Ligel wê yekê jî çavkaniyên taybet ên ji rojhilatê Kurdistanê didin xuyakirin ku dem bi dem teqereqa çekqan ji herêmê tê bihîstin.

    Ligel ku van çend salên dawîn carinan li ser sînorê navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê pevçûn di navbera yekîneyên taybet ên PDK — Rojhilat û hêzên Îranê de derketibûn, lê ew zêdetirî 20 salan bû ku li nav kûrahiya axa rojhilatê Kurdistanê di navbera her du aliyan de şer derneketibû.

    Bajarokê Rebetê bi ser navçeya Serdeştê û ew jî bi ser parêzgeha Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Di dîroka Îranê de cara yekemîn kurdek bû balyoz!
    Li Iraqê 18 karkerên tirk hatin revandin
    Civîna Barzanî ya ligel aliyên siyasî bi dawî bû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de