14:58 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mîtîng HDP

    Di hilbijartina vê carê de gelo HDP dê % 17 bi dest bixîne?

    © Foto: AA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3301

    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand ku di hilbijartinên vê carê yên Tirkiyayê de dengên HDPê dê zêde bibin û got ku rêjeya dengên HDPê derdora %14 e.

    Parlamenterê HDPê Mithat Sancar ji CNN Turkê re axivî û got: 'Di hilbijartinên 1ê Mijdara îsal ên Tirkiyayê de dengên HDPê dê zêde bibin, ji ber ku li gorî encamên rapirsiya şîrketeke serbixwe ya rapirsiyan, dengên me derdora % 14 e.'
    Li ser dengên HDPê yên di hilbijartinên 1ê Mijdarê de Mithat Sancarî texmîna xwe jî eşkere kir û got: 'Li gorî min HDP dê % 17ê dengan bidest bixîne.

    Sancar, bila şer raweste

    Parlamenterê HDPê Sancarî bang li PKK û dewletê kir ku ji bo xatirê hilbijartinan şer bidin sekinandin û got: 'Helbet em dixwazin çek û şer bi yekcarî nemîne; lê herî kêm divê ji bo hilbijartinan şer were rawestandin.
    Mithat Sancarî li ser wan îdiayên ku dibêjin 'PKK naxwaze HDP tev li hilbijartinan bibe' jî got: 'Ew propagandeyên şerê derûnî ne û dixwazin bi vê yekê girseya me bitirsînin. Biryareke PKKê ya wiha jî tuneye.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    HDP, Hasan Sancar, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de