16:37 21 Mijdar 2017
Zindî
    binçavkirin

    Li gelek bajar û navçeyan girtin û binçavkirin didomin

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Di 24 saetên dawîn de li gelek bajar û navçeyan, bi dehan kes hatin binçavkirin.

    Riha
    Li Rihayê 4 kesên bi navê Omer Akpolat, Vedat Donuker, Servet Kiliç û Recep Çalişkan bi îdiaya ku têkîliya wan bi êrîşa li dijî Rêxistina AKPê ya Eyyubiyeyê û polêsên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê hene hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 4 kesên ku îfadeyên wan ji aliyê dozger ve hatin hilanîn, bi daxwaza girtinê sewqî 2. Dadgeha Cezayê ya Sulhê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê bi îdiaya 'endamên rêxistinê' ne hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

    Dêrsim
    Li navçeya Qisleyê piştî ku şervanên HPGê roja 28ê Tebaxê li hemberî lojmanên qeymeqamiyê û amîrtiya polîsan a navçeyê çalakî pêk anîn, polêsan bi ser gelek malan de girt û di nava wan de Hevserokê HDPê yê Qisleyê Zulkuf Yuksel jî hebû 8 welatî hatibûn binçav kirin. Piştî ku kar û barên li midûriyeta polêsan bi dawî bû binçavkirî derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin dadgeha nobedar. Dadgehê jî bi hinceta 'endamên rêxistinê' ne biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Dêrsimê.

    Şirnex
    Li navçeya Elkê ya Şirnexê, saet 5ê serê sibê tîmên taybet û polêsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Devlet Yîgît û Civan Akiman hatin binçavkirin. Di heman demê de polêsan bi ser malên hevşaredarên navçeyê de jî girt. Lê ji ber ku hevşaredar li malan nebûn nehatin binçavkirin. Di piraniya malên ku hêzên taybet û polêsan bi ser de girt de kes tunebû. Polêsan mal serobinî hev kirin, derî û pencereyên malan şikandin. Hate hinbûn ku serdegirtinên malan ji ber îlankirina 'rêveberiya cewherî' pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyên 3 zarokan hatin dîtin
    Polîsan li Geverê ciwanekî din kuşt
    Li Îdirê polîsek hat kuştin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de