08:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Iraq, Amerîka

    Di navbera Amerîkayê û milîsên Şîe de nakokiyên tund derketin

    © AFP 2017/ Ali al-Saadi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hate ragihandin ku di navbera hêzên Amerîkayê û çekdarên milîs ên Heşda Şeibî de nakokî derketine û ji ber operasyonên li Enbarê hatine sekinandin.

    Li gorî agahiyan, ji ber ku nakokiyên tund di navbera hêzên Amerîkayê û milîsên Heşda Şeibî de derketine, li bajarê Rumadî yê navenda îdarî ya parêzgeha Enbarê kar û barên serbaziyê hatine rawestandin. Hat gotin ku asta nakokiyan gihiştiye wê yekê ku çekdarên milîs ên şîe bi çekên xwe yên giran êrişî balafirên Amerîkayê kirine.

    Efserekî ji Hêzên Polêsên Federal, Xalid Fehdawî derbarê vê mijarê de ragihand ku niha navçeyên rojhilatê bajarê Rumadiyê bi temamî ji milîsên Heşda Şeibî hatine valakirin û hêzên Amerîkayê li wê deverê serperiştiya şerê li dijî terorîstên DAIŞê dikin.
    Tevgerên serhişk ên milîsên Heşda Şeibî li wê navçeyê bûne sedem ku Amerîka ji neçarî biryara dûrxistina wan ji rojhilatê bajarê Rumadiyê bide û wan ji kar û barên serbaziyê yên li wê deverê derxe.

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin
    Pêşmergeyan devera bajarê Xormatû ji çeteyên DAIŞê paqij kir
    Mîranî: Bila gel biryara dawî bide
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Amerika, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de