08:37 26 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Civîna Barzanî ya ligel aliyên siyasî bi dawî bû

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî bû.

    Li gor agahiyên Rûdawê di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji nûnerên aliyan re ragihand: 'Rast e ku niha civînên 5 alî û çend alî tên kirin, lê ew yek bi wateya paşguhxistina wan aliyan nîn e.'

    Herwiha Barzanî ji amadebûyiyên civînê re gotiye ku 'nêrîna pêkhateyên din ên Kurdistanê û ew aliyên din ên ku li derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, li ser pirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi taybet jî li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, li cem Serokatiya Herêma Kurdistanê û Barzanî bi xwe jî gellek girîng e.'

    Di pêncemîn civîna navbera her 5 partiyên sereke yên başûrê Kurdistanê ya derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de, daxwaz hat kirin ku partiyên din ên li derveyê hikûmet û parlamentoyê jî beşdarî civînan bibin.
    Herwiha daxwaz hat kirin ku nûnerên pêkhateyên kêmanî yên li Kurdistanê wek tirkman û mesîhî jî beşdarî civînan bibin.

    Di şeşemîn civîna derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de, partiyên komunîst, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Bizava Îslamî û herwiha nûnerên pêkhateyên tirkman û mesîhî red kirin ku beşdarî civînê bibin.

    Her 5 partiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê derbarê kirîza Serokatiya Başûrê Kurdistanê de civînên 5 alî lidar dixin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka hişyarî da Kurdistanê
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de