15:58 20 Îlon 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Kêmasiya pêvajoya çareseriyê çi ye?

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6634

    Li herêma kurdnişîn a Tirkiyayê pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyayê de berdewam dikin. Rewşa herêma bi Sûriya û Iraqê re sînor hem ji ber faktorên derve û hem jî ji ber tevliheviya siyasî her diçe kambaxtir dibe.

    Di rewşeke wisa de pêşeroja pêvajoya çareseriyê wê çawa be? Pispor helwestên rayedarên tirk ên di warê pêvajoya çareseriyê de çawa dinirxînin?  Serokê Enstîtuya Çapemenî û Analîzên Sîyasî ya li Hewlêrê Ridwan Badînî ji Radyo Sputnikê re derbarê vê mijarê de wiha ragihand:

    “Berpirsên tevgera kurd berî her tiştî daxwaza pabendbûna mafên mirovan û mafên neteweyî dikin. Min gelek caran bi rayedarên tirk re ew mijar nîqaş kirine. Niyeta wan çareserkirina pirsa kurd e. Îro her kes vê pirsê dike: gelo çi qewimî ku aresteya pêvajoya çareseriyê ji nişka ve guherî? Dibe ku sedema sereke provokasyona roja 20ê Tîrmehê ya li Pirsûsê bû. Armanca çalakên wê provokasyonê heta niha ne diyar e. Lê, ew bûyer ji hevdîtinên bi Ocalan re bûne asteng.

    Niha pirs ew e ku îro li Tirkiyayê berjewendiyên gelê kurd ji aliyê kê ve têne parastin. Ew pirs heta niha nehatiye çareserkirin. Em bibêjin ku dewlet ji bo meşandina guftûgoyan naxwaze PKKê wek muxatab qebûl bike. Baş e, lê partiyên kurd ên sîyasî hene ku tu caran li dijî dewleta Tirkiyayê şerê çekdarî nekirine.

    Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn, xwedî statûya rêvebiriya xweser bin, çand û zimanê xwe biparêzin û pêş ve bibin. Rayedarên tirk li hemberî parvekirina rêvebirinê û otonomiyê biguman in. Dema serokwezîr Ahmed Dawûdoglû wezîrtiya karên derve dikir, min bi cîgirê wî Xalid Çelîk re hevdîtin pêk anî. Li gorî gotinên wî, tirk ji parvekirina rêvebirîya herêman ditirsin. Lê, di heman demê de Hakan Fîdan bi Ocalan re li pişt deriyên girtî heman mijar gotûbêj dikir. Ez wisa difikirim, ku dem hatiye ku ew mijar li Tirkiyayê li ber çavên civakê bi awayekî vekirî bê guftûgokirin. Guftûgo divê vekirî û zelal bin. Guftûgo divê bi nûnerên gelê kurd re bêne meşandin. Redkirina kurdan û nedayîna statûyê problemê aloztir dike û dibe sedemê peydabûna bizavên radîkal ên tevgera kurd”.

    Pisporê leşkerî, serhengê deryayî yê malnişîn Prof. Dr. Celalettin Yavuz jî bi vê mijarê ve girêdayî wiha got:

    “Hevkêşaya pêvajoya çareserîyê di destpêkê de şaş hate danîn. Wateya wê tesbîtê çi ye? Min pêvajoya li Brîtanyayê ya bi IRAyê re baş lêkolîn kir. Min rêxistina terorîst ETAyê ya li Spanyayê jî baş lêkolîn kir. Min her wiha bûyera FISê ya li Cezayîrê jî lêkolîn kir û li tu deran rastî rêbazeke wiha ya çareseriyê nehatim. Ango, yan wê her du alî ji hev du re bibêjin `em nikarin vî karî zêdetir bimeşînin werin em li hev bikin` û yan jî wê aliyek bibêje `ez nikarim vî karî zêdetir bimeşînim û teslîm dibim`. Di navbera AKP û PKKê de tiştekî wisa neqewimiye.

    Di çareserkirina pirsên bi wî awayî de her tim pêwistî bi navbeynkaran, ango hakeman heye. Di navbera wan de tiştekî wisa jî tune ye. Hinek caran di navbera her du aliyan de pêvçûn derdikevin û hakemek tune ku bibêje `te yan jî te li vir xeletî kir`. Ji ber tunebûna hakemekî, her tim berî hilbijartinan AKP bi PKK re li hev dike û dibêje êdî pêvajoya çareseriyê heye, wê aştî were û êdî dayîk nagirîn. Milet jî ji wan bawer dike. Lê aliyek bawer nake, ew jî layengirên PKKê ne. Di bûyerên protestokirina şerê li Kobaniyê jî ew yek diyar bû. PKKê çekdarên xwe venekişandin derveyê sînor û di bajaran de cihbûna xwe xurttir kirin. Rayedareke jin a PKKê demek berî niha ji rojnameyeke rojavayî re gotibû ku `me dizanî ku AKP li ser sozê xwe nasekine û me jî tedbîrên xwe li gorî wê yekê wergirtin`. Em dibînin ku di navbera AKP û PKKê de bêbawerîtî heye. Her du alî jî ji hev bawer nebûn û kêmasiyên hev digeriyan. Armanca AKPê wergirtina zêdetir dengan û berdewamkirina desthilatdariya xwe bû, armanca PKKê jî bikaranîna vê rewşê û xurtkirina pozîsyona xwe bû. Em dibînin ku bi riya HDPê PKK digihije armancên xwe yên siyasî”.

    Bi heman mijarî:

    Ramazan Kaval: ‘AKP dixwaze heza gelê kurd bişkîne’
    Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye
    Fehîm Işık: ‘AKP dixwaze tevgera kurd bikşîne nava şer`
    Îranê derbarê êrîşên PKK’ê de hişyarî da Tirkiyê
    Êrîşên PKK wê çi bandorê li inîsyatîvên siyasî yên kurdî bikin?
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    DYA: Me divê PKK ji nûve dest bi danûstandinan bike
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    ‘Divê PKK çakan bêdeng bike û hikûmet jî operasyonan rawestîne’
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    Etîketan:
    Pêvajoya Çareserîyê, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de