21:48 25 Îlon 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê

    Polîsan li Geverê ciwanekî din kuşt

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    DÎHAyê îdia kir ku li Geverê di pevçûnên duh êvarê de, Alî Kaval bi gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest daye.

    Li navçeya Geverê dawî li şer û pevçûnan nayê.  Duh êvarê dîsa li taxên Eseyurt û Esentepeyê di navbera ciwanan û tîmên taybet de pevçûn derket. Hat îdiakirin ku polîsên tîmên taybet ewil bi bombeyên gazê êrîşî taxan kirine û piştre jî derdor gulebaran kirine.
    Alî Kaval, di encama gulebarana ji panzerê hatî de, bi du guleyan ji piyê xwe û bi guleyekê jî ji serê xwe bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Ligel hemû mudaxeleyan Kavalî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Colemêrgê.

    Bi heman mijarî:

    DİHA: Li Sîlopiyê zarokekê 14 salî û diya wê bûn hedefa guleyan
    Li Silopiyayê 3 ciwan hatin qetilkirin
    Li Geverê 4 welatî hatine kuştin
    Etîketan:
    Gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de