14:32 19 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona rizgarkirina Şengalê, pêşmerge êrişî çeperên DAIŞê dike.

    Pêşmergeyan êrişa DAIŞê têk birin

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Fermandarê Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku çekdarên terorîst ên DAIŞê êrişî çiyayê Başîkê kirine û xwestine bigrin,lê pêşmergeyan bi tundî bersiva wan dane û ew neçar kirine ku bi paş ve vegerin.

    Li gorî agahiyan, duh şev rêxistina terorîstî ya DAIŞê xwestiye xwe bigihîne çiyayê Başîkê, lê pêşmergeyan bi tundî li wan dane û terorîst bi neçarî paş ve vegeriyane.

    Derbarê wê bûyerê de Fermandarê Pêşmergeyên girêdayî PAKê Husên Yezdanpenah ragihand ku ‘DAIŞê êriş biriye ser çeperên pêşmergeyan û dixwestin xwe bigihînin çiyayên Başîkê. Lê pêşmergeyan bi tundî li wan daye û terorîst reviyane.'
    Yezdanpena eşkere kir ku ‘şerê navbera her du aliyan bi qasî 2 demjimêran berdewam kiriye û terorîstên DAIŞê bi neçarî ber bi navenda bajarokê Başîkê paş ve vekişiyane. Di encama vî şerî de bi dehan DAIŞî hatine kuştin û birîndar bûn.'

    PAK, partiyeke rojhilatê Kurdistanê ye û ji destpêka şerê DAIŞê heta niha pêşmergeyên wê yên li eniyên şer ji bo parastina Kurdistanê şer dikin. Berî niha jî artêşa Amerîkayê ji bo serkeftinên pêşmergeyên PAKê yên li hemberî DAIŞIê nîşana rêzgirtinê dabûn Fermandarê Pêşmergeyên PAKê Husên Yezdanpena.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyan devera bajarê Xormatû ji çeteyên DAIŞê paqij kir
    Barzanî pêsnê rola Mehemed Hacî da
    Berxwedana Kobanê dibe belgefîlm
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, Husên Yezdanpenah, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de