11:46 21 Îlon 2017
Zindî
    Serokê baroya Amedê

    Tahir Elçî: 3 kesên sivîl ji aliyê nîşangiran ve hatine qetilkirin

    © Foto: Nûçegîhan Gulnûş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku li gorî raporên 4 welatiyên sivîl ên ku li Cizîrê hatine qetilkirin 3 kes ji aliyê nîşangiran ve hatine qetilkirin û sedema mirina zarokê bi navê Baran Çagli yê 7 salî jî piştî rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê dê zelal bibe.

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî rapora ku derbarê pevçûna di 27ê Tebaxê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêkhatî amade kiribûn, bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re parve kirin. Elçî berî raporê eşkere bike agahiyên têkildarî raporên Tiba Edlî yên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê derbarê sedema mirina kedkarê tenduristiyê Eyup Ergen (30), xebatkarê DEDAŞê Mesut Sari (30), zarokên bi navê Baran Çagli (7) û Emîn Yanaş (10) ên li Cizîrê hatine qetilkirin parve kirin. Elçî anî ziman ku li gorî raporên ji wan re hatine dayîn ji bîlî mirina zarokê 7 salî yê bi navê Baran Çagli hemû mirinên din bi guleyên li serê wan hatine xistin jiyana xwe ji dest dane. Elçî bi lêv kir ku sedema mirina Çagli jî piştî rapora ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatî dê diyar bibe. Elçî destnîşan kir ku Sanri, Yanaş û Ergen ji aliyê nîşangirên ku bi awayekî taybet perwerdekirî ve hatine qetilkirin.
    Elçî sernavên di raporê de wiha rêz kirin:
    — Karmendê tenduristiyê Eyup Ergen ê ku di dema bûyeran de birîndar bû demeke dirêj ji ber gulebaranê li erdê ma û bi hinceta ewlehiyê destûr nedan personelên 112ê bikevin taxa û Ergen û mudaxeleyê li birîndarî bikin. Di encamê de gelek xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da.

    — Hate tesbîtkirin ku 24 saet şun de piştî bûyerê jî ekîbên cihê bûyerê nehatin cihê bûyerê û wesayîta Egen jî lêkolîn nekirin.

    — Sedema cînayetan nehatiye lêpirsînkirin.
    — Divê îfadeyên şahidên bûyerê di roja ewil de hatibana girtin.
    — Hate xwestin ku nasnameyên leşkerên ku li Tabûra Tankan a Cizîrê ya li taxa Nurê bên tesbîtkirin û derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin.
    — Girtina riyan û kolandina xendeqan tevkariyê nadin çareseriyê û ji bo çareseriyê divê pêvajoya diyalogê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bê destpêkirin."

    Bi heman mijarî:

    KMM: 37 rojên dawîn de 48 welatiyên sivîl hat qetil kirin
    Li Silopiyayê 3 ciwan hatin qetilkirin
    DİHA: Li Sîlopiyê zarokekê 14 salî û diya wê bûn hedefa guleyan
    Etîketan:
    Baroya Amedê, Tahîr Elçî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de