14:06 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmergeyên dîl

    Komek dîlên kurd ji destê DAIŞê reviyan

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Berpirsekî payebilind ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) agahiyên nû derbarê wan kurdên ku ji zindana DAIŞê reviyane, eşkere dike û dibêje ku grûbek mezin ji wan kesan li cihekî aram in.

    Hefteya borî, çekdarên DAIŞê li ser malperên xwe yên civakî belav kiribûn ku çend dîlên kurd ji zindaneke Mûsilê reviyane. Malbatên ku zarokên wan di destê DAIŞê de ne, ji wê rojê ve li hêviya hatina zarokên xwe ne, lê heta niha ew li Mûsilê ne û venegeriyane.

    Berpirsekî payebilind ê PDKê li nêzîkî bajarê Mûsilê, ji nava Hêzên Pêşmerge, nûçeya xwerizgarkirina wan girtiyan piştrast kir û ragihand ku ew 25 kes bûne û li navçeya Xalîsiye (ku navçeya mesîhiyan bû) di zindaneke DAIŞê de bûn.

    Berpirsê Leqa 14 a PDK li Mûsilê Îsmet Receb ku niha li ser çiyayê Zertikê ye li nêzîktirîn xala nêzîkî Mûsilê, behsa helwesta kurd û erebên nava Mûsilê kir û ji Rûdawê re ragihand: "Ligel belavbûna nûçeya xwerizgarkirina wan dîlan, bi dehan kes ji kurd û ereban xwe gihandin nêzîkî wê navçeyê, da ku wan li xwe bigirin û wan bigihînin cihên aram."

    DAIŞê kontrola xwe li navçeyê zêde kir

    Piştî xwerizgarkirina wan kesan ji zindana DAIŞê, çekdarên wê rêxistinê dest bi kampanyayeke gerîn û kontrolê kirin, ku çendîn xalê kontrolê li derdora wê navçeyê danîn.

    Îsmet Receb wiha got: "Beşek ji wan kesan dîsa ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin girtin, lê cihê dilxweşiyê ye ku beşê din hêj neketiye destê wan û ji aliyê kurd û erebên Mûsilê ve tên parastin. Em jî li ser xetê ne da ku rêya xelaskirina wan bibînin."

    Pêşmergeyê bi navê Ehmed Husên ligel 7 pêşmergeyên din ji 17ê Tebaxa par ve li nêzîkî Bendava Mûsilê ketiye destê DAIŞê. Hevsera wî, Pîroza ku 3 zarokên wê hene nûçeya xwerizgarkirina wan dîlan bihîstiye û dibêje: "Hefteya borî merivekî me telefon kir û ji me re got ku pêşmergeyên dîlên li cem DAIŞê hatine berdan. Ez bi wê nûçeyê pir dilxweş bûn û min nema zanîbû çi bikim. Tevî ku rewşa me ya aborî nebaş e, lê min soz daye eger hevserê min bi selametî vegere, ez ê 5 ajalan bikim qurbanî."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Peşmergeyan: Em ê DAIŞê ji Kurdistanê biqewirînin
    Dadgeha Tirkiyê ji nûve derbarê 49 rêvebirên PKKyê de biryara girtinê derxist
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de