21:15 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Amerîka hişyarî da Kurdistanê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 61 0 0

    Dîplomatê navdar ê Amerîkayê Robert Ford derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de hişyarî da kurdan û ragihand:"Li Kurdistanê dema guherînê hatiye, lê belê nabe îstiqrar bibe qurbaniyê guhertinan."

    Dîplomatê navdarê Amerîkayê Robert Ford ku çend salan di Balyozxaneya Amerîka li Iraqê de pileyekê bilind hebûye, di hevpeyvînekê de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir.
    Robert Ford ragihand ku: "Kurdistan li gor destpêka sala 2000an gelek guhertiye û pêwîst e reformên zêdetir jî werin kirin."
    Lê belê Ford hişyariyê dide kurdan û dibêje: "Nabe rewşa Kurdistanê wekî ya Sûriyeyê lê were kirin."

    Ford herwiha pesnê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û malbata wî dide û dibêje: "Wan gelek xebat kiriye, lê guhertin jî pêwîst e."

    Dîplomatê amerîkî derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de û herwiha gelo sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê dê çawan be, got: "Ew ne karê min e bêjim Kurdistana Iraqê gerek çawan were rêvebirin, lê belê ew a ku ji min re giring e ev e ku guhertin di rê de ye.."
    Robert Ford herwiha derbarê kirîza Sûriyeyê de jî got: "Pirsgirêk li Sûriyeyê ew bû ku her dema ku xelk diçûne ser cadeyê, artêşê teqe li wan dikir. Ez gellek xembar dibim eger tişteke wisa li Kurdistana Iraqê bibînim."
    Robert Ford dîplomateke naskirî yê Amerîkayê ye ku di navbera salên 2008an heta 2010 de Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê bûye. Herwiha ji sala 2006an ve heta 2008an Balyozê Amerîkayê li Elcezaîrê bûye û ji 2011ê ve jî wek Balyozê Amerîka li Sûriyeyê hat diyarkirin.
    Ford di dema raperîna xelkê Sûriyeyê li wî welatî bû û di sala 2014an de bi sedema nerazîbûna wî ji siyaseta Amerîkayê li Sûriyeyê dest ji karê xwe berda.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?
    Etîketan:
    Robert Ford, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de