04:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Salih Muslim: Êzidî koka me ne, em ê ti carî wan bi tenê nehêlin

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di civîna Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê de destnîşan kir, ku ew ê careke din rê nedin ferman li ser Êzidiyan rabe.

    Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di civîna Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê de destnîşan kir, ku ew ê careke din rê nedin ferman li ser Êzidiyan rabe.

    YPG
    © Foto: AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Muslim destnîşan kir ku diviyabû rêxistinbûyîneke bi vî rengî, meclîseke bi vî rengî ya Êzidiyan beriya 50 salan hatibûya avakirin û got, "Ji ber ku Êzidî bê rêxistin bûn, ferman li ser Êzidiyan rabûn. Dijminê Kurdan, ji bo Kurdîtiyê tine bikin, xwestin ji kokê ve rakin. Em zanin Êzidî rehê Kurdistanê ne. Eger Êzidîtî tine bibe, wê rehê Kurdîtiyê qels bibe û birize. Weke PYD em soz didin ku heta ji me bê em ê nehêlin careke din fermanek bi ser Êzidiyan ve bê rakirin."
    Muslim bibîr xist, ku Êzidî niha bûne xwedî rêxistinbûyîn, meclîsên xwe ava kirine, bi hezaran keç û xortên Êzidî rahiştine çekan û di nava refên YBŞ, YPJ-Şengalê de parastina xwe dikin û got, "Em jî heta hewceyî ji me hebe, em ê li cem we bin. Hin kes an partî propaganda reşkirinê li ser me dimeşînin. Dibêjin 'PYD dixwaze Kantonan li Şengalê îlan bike û bi xwe ve girê bide'. Em bi tundî li hemberî vê nêrînê derdikevin. Şengal a Êzidiyan e û wê ya Êzidiyan bimîne. Lê em ê ti carî Êzidiyan bi tenê nehêlin, ji ber ku Êzidî koka me ne."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    Kantonên Rojava li dijî komkujiyên AKP'ê yên li Bakur bang li NY kirin
    Fermandarê Peşmergeyan: Em ê DAIŞê ji Kurdistanê biqewirînin
    Demîrtaş: Mafê federasyonê heye
    Etîketan:
    PYD, Salîh Muslim, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de