05:31 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sîlopî

    DİHA: Li Sîlopiyê zarokekê 14 salî û diya wê bûn hedefa guleyan

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Tê îddîa kirin ku, li navçeya Silopî zaroka bi navê Berfîn Okten û dayika wê Fatma Ay bûn hedefa guleyê polîsan. Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Fatma Ay jiyana xwe ji dest daye.

    Polês, serdegirtin, binçavkirin
    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Ajansa Nûçeya Dicleyê li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê zaroka bi navê Berfîn Okten a 14 salî bi dayika xwe Fatma Ay (55) re li ser banê mala xwe radizan şevê din saet di 00.30'an de bûn hedefe sekvanên ku li ser avahiye Amîriya Buroya Kontrolkirin û Tescîlê ya Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan hatibûn bicihkirin. Dayika wê Fatma Ay li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Keça wê Berfîn jî bi lezgînî şandin Êlîhê. Piştî mudaxaleya ewilî li nexweşxaneya Êlîhê hatin kirin, Berfîn anîn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
    Rayedarên nexweşxaneyê ragihandin ku gule bi rehên stûyê Berfîn ketiye û ji ber vê yekê rewşa wê xetere ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Hezexê teqîn
    Li Silopiyayê 3 ciwan hatin qetilkirin
    Li Geverê 4 welatî hatine kuştin
    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    Etîketan:
    Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de