21:25 24 Mijdar 2017
Zindî
    Nû Jîn

    Berxwedana Kobanê dibe belgefîlm

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    125 0 0

    Berxwedana gelê Kurd a ku li hemberî çeteyên DAIŞê daye dibe belgefîlm.

    Veysi Altayê ku dema li Kobanê şerê herî giran diqewimî li wir bû û dîmenên wî şerî kişandine, li ser berxwedana ku şahid bûye wê belgefîlmeke 45 deqeyan kişandiye.

    Belgefîlma bi navê ‘Nû Jîn' çîroka 4 şervanên YPGê û YPJê  tîne ziman.

    Fîlm bi şiyara ‘Jin jiyan e, jiyan berxwedan e, berxwedan Kobanê ye.' dest bi xebatê kiriye. Fîlm jiyana 3 şervanên YPJê yên bi navê  Elîf Kobanê, Viyan Peyman û Arjîn ji xwe re kiriye mijar.
    Derhêner Veysî Altay got ku belgefîlm beşeke piçûk a ji şerê Kobanê pêk tê. Piştî destpêkirina vî şerî jiyaneke nû derketiye holê û ev jî ji bo teşekirina Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Altay diyar kir ku wî navên ku li fîlmê kirine, navê pergala nû ye ku li Kobanê ji bo wî têkoşîn tê dayîn.

    Belgesel 3yê Îlonê li Navenda Çanda Bajêr a Şîşliyê ya Stenbolê dê bikeve vîzyonê.

    Bi heman mijarî:

    Li Norwêçê bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê xwepêşandan
    Konfêransa welatên Rojavayê balqanê li Viyenayê birêvediçe
    Hezar û 407 welatî vegeriyan Kobanê
    Etîketan:
    Veysî Altay, Stenbol, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de