19:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Texmînên hilbijartinê yên herî dawî

    © AFP 2017/ Arşiv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 161 0 0

    Serokê vekolîna A&Ayê Adil Gür, texmînên xwe yên herî dawî yên derbarê hilbijartina pêşwext a li Tirkiyê de eşkere kir.

    Gür got ku "em bibêjin ku îro hilbijartin çêbe, li gorî têxmînên min:

    Dê AKP ji sedî 43-44,
    CHP ji sedî 26-27,
    MHP ji sedî 13-14,
    HDP ji sedî 12-13ê dengan bistînin."

    Gür di berdewamiya axaftina xwe de got ku "di Kabîna Wezîran de cihgirtina Tuğrul Türkeş stratejiya MHPê ya ji bo hilbijartinê xera kir. Dengên ku ji MHPê re diçûn vegara wan a ji bo AKPê hêsan kir. Divê MHP stratejiyeke nû ji bo xwe diyar bike. Di rewşa dawî de dengên ku berê ji AKPê çûbûn MHPê vegera wan hêsan dike. "
    Gür di dawiya axaftina xwe de got, "di vê hilbijartinê de tiştê herî girîng ew e ku gelo AKP dê bi serê xwe bibe îqtîdar an na? Pirsa herî girîng ev e. AKP tam di sînorê îqtidarê de ye. Nîv puan jî gelekî bi qîmet e, partiyên muxalif jî ji bo ku AKPê nekin îqtîdar dê bi kampanyayên mezin bi ser AKPê de herin. Em ê vê hilbijartinê bi dijwarî derbas bikin. Ez vê yekê şaş dibînim. Divê hemû partiyên siyasî li şêwazê xwe miqate bin." 

    Bi heman mijarî:

    Barzanî Hilbijartin Çareserî
    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Etîketan:
    A&A, Adil Gür, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de