00:05 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    "Bila tu kes li benda me û rawestandina operasyonan nemîne"

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Heta ku li Tirkiyeyê li her santîmêtroqareyê pergala kamûyê desthilat nebe, bila tu kes li benda rawestandina operasyonan nemîne."

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî resepsiyona Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê bû.
    Serokomar Recep Tayyip Erdoğan bi munasebeta 30ê Tebaxê li Kuliyeya Serokomariyê resepsiyonek li dar xist.

    Davutoglu li wir axivî û wiha got: "Heta ku li Tirkiyeyê li her santîmêtroqareyê pergala kamûyê desthilat nebe, bila tu kes li benda rawestandina operasyonan nemîne. 'Bila bisekine, em vegerin biaxivin' ev tişt ne mumkin e."
    Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de: "Eleqeya tevdîrên ku me ji bo ewlehiyê hildane û yên bi ewlehiya hilbijartinê hene, lê rasterast eleqeya wê bi hilbijartinê re tune. Wek ku hinek dibêjin ev operasyon ji bo ku di hilbijartinê de em bi ser bikevin an jî bi armanceke wisa nayên kirin. ji ewlehiya Tirkiyeyê çi hewce bike, em ê di roja hilbijartinê de jî wê bikin."
    Serokwezîr Davutoglu, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de jî wiha got: "Ji hêla azadiyên demokratîk ve pêvajo ê berdewam bike, lê ji bo tekoşîna li hember rêxistina çekdarî û çekdanînê şert û mercên me diyar in."

    Bi heman mijarî:

    ‘PKK ji bo rawestandina şer bi dizî ligel Amerîka hevdîtinan dike’
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    DYA: Me divê PKK ji nûve dest bi danûstandinan bike
    Etîketan:
    AKP, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de