11:18 21 Mijdar 2017
Zindî
    Siyasetmederê kurd yê navdar Mehmûd Osman

    Osman: Aliyên siyasî îro dê bigehin rêkeftinekê

    © Foto: Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Siyasetmedarê Kurd Dr Mehmûd Osman ragehand ku hemû alî dixwazin di civîna îro de bigehin encamekê, lê heger rêkeftine nebe dibe ku hilbijartinên pêşwext bikevin rojevê.

    Siyasetmedarê Kurd Dr Mehmûd Osman ragehand ku hemû alî dixwazin di civîna îro de bigehin encamekê, lê heger rêkeftine nebe dibe ku hilbijartinên pêşwext bikevin rojevê. Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jibo gotûbêja li ser pirsa guhertina sîstema hilbijartinê ya serokatiya Herêma Kurdistanê, carek din civiyan. Civîn li Hola Sadi Ebdullah a Hewlêrê bi rêve diçe. Pêkhateyên Aşûrî û Tirkmen civîn boykot kirin. Tê çaverê kirin di civîna îro de gelek xal zelal bibin.

    Derbarê mijarê de Parlamenterê berê yê Parlamena Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr Mehmûd Osman bo BasNews got: ”Îro giftûgo li ser çend mijarên giring tê kirin. Yek ji van çarçoveya desthilatên serokatiya herêmê ye, ya duwem şêwazê hilbijartina serok e. Heger hat û rêkeftin çênebû rêya referandûmê vedibe.” Osman diyar kir ku derbarê civînê de jî agahî girtiye ku aliyên siyasî dixwazin îro bigehin rêkeftinekê û eve jî pêşketinek baş e.

    Mehmûd Osman got: ”Hemû alî dixwazin bigehin rêkeftinê. Heger nebû hingî hilbijartinên pêşwext dikeve rojevê. Lê belê rewşa niha ya Kurdistanê rê nade hilbijartin bêne kirin.”

    Bi heman mijarî:

    Dr. Mehmûd Osman: Rêfêrandûm baştirîn çareserî bo serokatiya Herêmê ye
    Osman: Niha tu-kes nikare dewsa Barzanî bigre
    Osman: Baştire ku Hewlêr têkilyên xwe bi Bexdayê re çalak bike
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Etîketan:
    Çareserî, Rêkeftin, Osman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de