03:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş

    Demirtaş: Bi çek xweserî nabe

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku daxwaza xweseriyê li dijî zextan serhildanek sivîle û bi rêya çekan jî rahigandina xweseriyê ne rast e.

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku daxwaza xweseriyê li dijî zextan serhildanek sivîle û bi rêya çekan jî rahigandina xweseriyê ne rast e. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş li Holanda beşdarê civîna Federasyona Kurdên Holanda kir û derbarê geşedanên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê daxuyaniyên giring dan.

    Li gor nûçeya malpera BBC Turk Demirtaş di civînê de behsa 4 xalên giring kir ku ew jî mijara ragihandina xweseriyê, daxuyaniyên PKK’ê yên li ser HDP’ê, ewlekariya hilbijartinan û derbeya siyasî ya li Tirkiyê bû.

    Demirtaş rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girt û got: ”Li Tirkiyê her rozj xwîn dirije. Eve tev planên Erdogan in ku ji bo mayîndekirina rejîma xwe pêk tîne. Erdogan bi agir dilîze.” Demirtaş diyar kir ku tenê ne ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiyê jî daxwaza ”xweseriya demokratîk” dikin û got ku, li şûna sîstema yek mirovî, ji bo Tirkiyê jî modela herî guncaw xweserî ye.

    Selahattin Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku daxwaza xweseriyê li gel paradîgmaya HDP’ê digunce û diyar kir ku xweserî li dijî zext û sepandinên dewletê, îsyan û serhildanek sivîle.Lê heta ev xweserî nekeve destûrê jî ew qebûl nakin.” Demirtaş got: ”Bêguman bikaranîna çekan û bi çek ragehandina xweseriyê ne raste. Eve destpêşxeriyek sivîl e. Ya rast jî eve. Divê wesa jî bimîne.”

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Mafê federasyonê heye
    Parlamenterê AKPê: Demîrtaş nediwêriya bêje ez kurd im
    Demîrtaş: Niha li Tirkiyeyê bi sedan DAIŞ’iyên li benda fermanê ne hene
    Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike
    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Selahattîn Demîrtaş dengê xwe bikar anî
    Akdogan: Dixwazin Demîrtaş bidin pêş, Ocalan bidin paş
    Şîroveya Times: `Demîrtaş karîzmatîk û ciwan e`
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Xweserî, Demirtaş, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de