14:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Tûncel: Bloka Aştiyê wê di 1'ê Mijdarê de jî vîna xwe nîşan bide

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hevberdevka HDK'ê Sehahat Tûncel got, "Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re vîna gel a 7'ê Hezîranê red kir. Di 1'ê Mijdarê de bloka aştiyê wê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide."

    Hevberdevka HDK'ê Sehahat Tûncel got, "Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re vîna gel a 7'ê Hezîranê red kir. Di 1'ê Mijdarê de bloka aştiyê wê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide."

    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel a weke qiseker beşdarî kampa îdeolojîk a Eniya Çep a li Fransayê bû, îlanên xwerêveberiyê û hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de ji ANF'ê re nirxand.

    Tûncel diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemberî DAIŞ'ê, nêzîkatiya Ewropayê ya li pirsgirêka Kurd ji hin aliyan ve guhertiye û got, "Lê belê ragirtina navê PKK'ê di lîsteya 'rêxistinên terorê' de li pêşiya zemîneke demokratîk a çaerseriyê û pêkhatina aştî û muzakereyê asteng e."

    Tûncel bal kişand ser girîngiya derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê û ev xal destnîşan kir: "Ji bo aştiyeke mayînde pêk were, divê Yekîtiya Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike ku bi PKK'ê re muzakereyê bike. Zext jî têrê nake, pêwîst e ew bi xwe jî destekê bidin vê pêvajoyê."

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    HDP, Hilbijartin, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de