17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    YE: Li Herêma Kurdistanê pêkanîna cezayê îdamê pêngaveke bo paş ve

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Yekitiya Ewropayê diyar kir ku ji sala 2008'ê ve li Herêma Kurdistanê cezayê îdamê nayê pêkanîn û ji ber ev yek hatiye selmandin ku bêyî pêkanîna cezayê îdamê jî ewlekarî dikare bê berqerar kirin.

    Yekitiya Ewropayê diyar kir ku ji sala 2008’ê ve li Herêma Kurdistanê cezayê îdamê nayê pêkanîn û ji ber ev yek hatiye selmandin ku bêyî pêkanîna cezayê îdamê jî ewlekarî dikare bê berqerar kirin. Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku li Herêma Kurdistanê derbarê pêkanîna cezayê îdamê rapirsiyek bê encamdan. Her wiha di meha Tebaxê de îdam kirina sê kesan jî weke ”pêngavek bo paş ve” hate pênase kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku YE’yê di her şert û mercî de di bingeh de li dijî cezayê îdamê ye. YE pêkanîna van cezayên îdamê jî weke mînak dibîne û diyar dike ku jiber aloziya dijwar ya navçeyê ev yek pêk hatiye. YE dibêje, ”Jiber bi belge jî hatiye selmandin ku bêyî pêkanîna cezayê îdamê jî li Herêma Kurdistanê ewlekarî dikare bê parastin. Lê belê di meha Tebaxê de pêkanîna van hersê cezayan, pêngavek bo paş ve ye.” Di sala 2008’i de Herêma Kurdistanê biryara rakirina cezayê îdamê da. Lê belê li gor amaran heta niha jî 152 girtî hene ku cezayê îdamê li ser wane. Piraniya wan ji ber sûcê terorê ev ceza wergirtine lê ceza nayê cîbicî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: pirsgirêka dirêjkirna heyama serokatiya Mesûd Barzanî
    Dr. Bêwa Xenesî: Kurdistan rojane nêzî 500 hezar bermîlên neftê dişîne bazarên cîhanê
    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?
    Kurdistan derbazî xwefînasekirênê bu
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    DAIŞ gefan li xelkê Bakûrê Kurdistan dixwe
    Etîketan:
    Îdam, Kurdistan, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de