21:27 24 Mijdar 2017
Zindî
    Kerkûkî-Peşmerge

    Fermandarê Peşmergeyan: Em ê DAIŞê ji Kurdistanê biqewirînin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8710

    Fermandarê Berpirs ê Bakurê Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî ji bo Spûtnîkê axivî. Kerkûkî got ku li çoltera Kerkûkê li hemberî DAIŞê operasyoneke berfireh dane destpêkirin û ew ê DAIŞê bi temamî ji Kurdistanê biqewirînin.

    Li Iraq û Herêma Kurdistanê bi DAIŞê re pêvçûnên dijwar diqewimin û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê jî dijbereyek li hemberî DAIŞê vekirin. Fermandarekî Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî derbarê operasyon û rûdanên dawîn de bersiv dan pirsên nûçegihanê Spûtnîk Tirkiyayê Hikmet Durgun.

    Berpirsê berê yê Karên Giştî yên KDPê, serokê berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî, her wiha hevrêyekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye jî.

    Li devera Kerkûkê şerê di navbera Pêşmerge û DAIŞê de gihiştiye çi astê?

    Îşev Wezareta Pêşmergeyan û hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê operasyoneke hevpar li dar xistibû. Firokeyan çeperên DAIŞê bi awayekî xurt bombebaran kirin û serê sibehê jî Pêşmergeyan êriş birin ser çeperên DAIŞê. Endamên DAIŞê çeper hiştin û reviyan. Ji wan hinek hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. Niha herêma bakurê rojavayê Kerkûkê di bin kontrola Pêşmergeyan de ye.

    Cihên ku ji DAIŞê hatine stendin hene?

    Ne ji bo ku bibe moral ji DAİŞê re dibêjim. Ji Pêrmergeyan kuştî û birîndar hene. Ji DAİŞê hin kes bi bombeyên balefirên opozîsyonê ku bi ser wan de reşandin û hinek jî bi êrîşa Pêşmergeyan hatin kuştin. Ji bo ku herêm pir firehe hejmara kuştiyê DAİŞê baş nayê zanîn. Li Bakurê Rojavayê Kekûkê 10 gund û ji aliyên din jî çend gun hatin pakij kirin. Ev der berdan û reviyan. Vêga vedikişin. Niha rewş aram e lê ku vegerin yê dîsa pevçûn çêbibe. Li Başûr û Rojavayê Kerkûkê Pêşmerge bi hêz e. Pêşmerge li her herêma Kerkûkê ye û amadehiyên wê gelek baş in.

    Tekoşîna we li dij DAİŞê dê çikas dom bike?

    Em ê DAİŞê ne tenê ji Kerkûkê, ji hemû Kurdistanê derxînin. Em nahêlin DAİŞ li vir bistire. Ji bo wan ya herî baş ku bi xwestina xwe ji van ciha herin, an jî em ê mafê jiyanê ji wan re nehêlin.

    DAİŞ li kîjan herêmên kurdan hebûna xwe nişan dide?

    Li gelek cihan in lê em wan hêdî hêdî ji herêmê derdixin. Hêzên opozîsyonê gelekî piştgiriya me dikin û tekiliyên me jî pir baş in. Hêza DAİŞê ku li hemberî Pêşmerge û hêza opozisyonê şer bike nemaye. Tenê bi mayîna êrîş dikin. Moral û derûniya Pêşmerge gelekî baş e, naxwazin û nahêlin DAİŞ li van deran bimîne.

    Gelo hûn operasyoneke ji bo rizgarkirina bi temamiyê Şengalê  pilan dikin?

    Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ji bo Şengalê operasyonekî amade dikin. Dema ku wext hat pêşmerge dê DAIŞê paxij bike.

    Di destê pêşmergeyan de çekên giran hene?

    Di destê me de çekên giran hene, lêbelê di destê wan de jî çekên baş hene. Dema ku artêşa Îraqê ji destê wan revî, çekên wan  ma ji DAIŞê re.

    Gelo çareseriya pirsgirêkên li Îraqê çiye?

    Îraq piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê bi zilmekî hate avakirin. Di nava Îraqê de şerekî mezin heye. Ji bo herêmê rêya aştî û îstîqrarê ew e ku divê Îraq bi awayeke 3 dewletên serbixwe ji hev biqete. Şiîstan, Sunnîstan û Kurdistan. Divê Kurdistan dewleteke serbixwe be.

    DAIŞ çetan ji kuderê tîne?

    DAIŞ qismekî çekan ji artêşa Sûrîyayê girtiye, Qismek jî ji artêşa Îraqê maye.

    Ew milîtanên DAİŞê yên ku hûn bi saxîtî digirin qeyda nasnameyên wan li ser ku ne?

    Piraniya erebên sunnî ji Tîkrît, Ramadiyê ne an jî sûrî ne. Di nav wan da biyanî jî hene, lê ne pir in.

    Bi heman mijarî:

    Aşkere bû ku DAIŞ’ê gaza Xerdel li dijî Pêşmerge bi kar aniye
    Operasyona berfereh a Pêşmerge li başûrê Kerkûkê destpêkir
    Fermandarê Pêşmerge Ciwanroyî spartin axê
    Etîketan:
    DAIŞ, Pêşmerge, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de