05:46 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş

    Demîrtaş: Mafê federasyonê heye

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Hevserokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş li Ewropa eşkere kir ku “ Mafê me heye em li ser dewleteke Federal biaxivin.”

    Hevserokê Partiya Demokratik a Gelan(HDP) Demîrtaş di hevpeyvîne ke li gel rojanmeya BelçîkaDie Presse, qala rewşa niha ya Tirkiye, hilbijartinê pêşwext û şerê vê dawiyê yê PKK û Tirkiye kir.

    Li ser pirsa rojnamê ku “ Gelo hun daxwaza pergaleka rêveberiyê ya wek Belçîka dikin?” Demîrtaş weha bersivand “ Eger li eyaletên Tirkiye, wek Belçîka rêveberî di destê nûnerên hilbijartî de be, welat wê bikaribe bêhnekê bistîne, lê niha li Tirkiye, walî di ser nûnerên hilbijartî re ne. Li Tirkiye pergala navendî tê cîbecîkirin. Em waha difikirin, eger Erdogan karibe pergaleke Serokatiyê cîbecî bike, wê gavê mafê me jî heye ku em li ser pergaleke federal guftugo bikin.”

    Demîrtaş tekez li ser wê kir ku, partiya wan ji benda %10 natirse û wê sê parlamenterê HDP’ê wek wezîr beşadarî li Hikûmata hilbijartinê de bike.

    Demirtaş herwiha diyar kir ku “Piştî hilbijartinan hevdîtineke wan ligel serokwezîr Ahmet Davutoglu pêk hatiye, lê ew ne hevdîtineke ji bo koalîsyonê bû.”

    Demirtaş diyar dike ku ew amade ne tevlî hikûmetê bibin, lê diyar kir ku ew niha nikare derbarê ti koalisyonan de tiştekî bêje. 


    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: Demîrtaş nediwêriya bêje ez kurd im
    Demîrtaş: Niha li Tirkiyeyê bi sedan DAIŞ’iyên li benda fermanê ne hene
    Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike
    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Selahattîn Demîrtaş dengê xwe bikar anî
    Akdogan: Dixwazin Demîrtaş bidin pêş, Ocalan bidin paş
    Şîroveya Times: `Demîrtaş karîzmatîk û ciwan e`
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de