04:57 22 Mijdar 2017
Zindî
    Kerkûk, Başûrê Kurdistan

    Emê bi yekbûnê bi serkevin!

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 8001

    Rewşa niha nîşan dide ku çareserkirina gelek pirsên sîyasî, aborî û civakî bi serkeftina li ser DAÎŞ`ê ve girêdayî ye. Ew serkeftin wê çarenûsa herêmê kifş bike û yekitîya wê dabîn bike.

    Rewşa leşkerî-sîyasî ya tevlihev ya li herêmên li derveyê kontrola hikûmeta Iraqê yên wek Kerkûk û Selehedînê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî neçar kir, ku ber bi wan herêman ve pêşmergeyan bişîne. Li wan herêman bi piştgirîya DAÎŞ`ê tevlihevîyan destpê kirin û li dora 2 hezar pêşmerge bi tank û top û otomobîlên zixirpûşt ji bo mudaxaleya rewşê ber bi herêmên navborî ve hatin şandin.

    Piranîya parêzgeha Kerkûkê beşeke dîrokî ya Kurdistanê ye û gereke anegorê madeya 140 a makezagona Iraqê bi rîya referandûmê çarenûsa xwe kifş bike. Hewldanên DAÎŞ`ê yên bidestxistina wan herêman rast bi berxwedaneke bi biryar a kurdan hat. Her weha kurdan niştecîyên sunnî yên li wan herêman ji bilî DAÎŞ`ê ji hêzên hikûmeta Iraqê jî parastin. Niha pêşmerge bûye garantîya ewlekarîya wan herêman û kontrola xwe dabîn kirîye. Bexdad nikare bandorê li rewşê bike û nikare ji pêşmergeyan re bibe alternatîv. Ji ber ku nikare bi niştecîyên sunnî yên ereb re zimaneke hevbeş peyda bike. Operasyona roja 26`ê Tebaxê hatî destpêkirin bi koordînasyoneke xurt a bi balafirên koalîsyona navneteweyî re tê pêkanîn. Bi saya çalakîyên bi bandor ên pêşmergeyan gelek gund û bajarokên kurdan hatin rizgarkirin. Armanca operasyonê bi temamî kontrolkirina parêzgeha Kerkûk û derdora wê ye.

    Rewşa li parêzgehên Kerkûk û Selehedînê di meha Tîrmehê de ji ber konflîkta di navbera desthilata şiî û niştecîyên sunnî gur bibû. Li bajarê Hewîceyê çalakîyên protestoyan vegerîyan pêvçûnên çekdarî û bi awayeke lezgîn li tewaya parêzgehê belav bûn. Çekdarên DAÎŞ`ê jî piştgirîya niştecîyên sunnî kirin. Konflîkt wek senaryoya ``Bihara Ereb`` pêş ve çû. Îslamîstên bi çek xwepîşandarên  bê çek ji xwe re kirin mertal û êriş li hêzên hikûmî kirin. Ber bi herêmê ve şandina pêşmergeyan rewşa bêhêvî rizgar kir.

    Sîyasetmedarên kurd dihesibînin ku gereke Kerkûk bi Kurdistanê ve bête girêdan û bi awayeke mayinde li wê parêzgehê bêne bi cihkirin. Nûnerê kurdan ê parlamentoya Iraqê Ala Talabanî ragihand, ku pêşmerge tu caran ji Kerkûkê dernakevin û biryara Mesûd Barzanî ya li derdorê Kerkûkê bicihkirina pêşmerge yek ji biryarên wî ên herî baş bi nav kir. Hêjayê bi destnîşankirinêye ku nakokîyên di navbera partîyên sîyasî yên kurd ên derbarê pirsa pêşeroja serokatîya herêmê li ser tevgerên berhemdar ên pêşmerge tu bandorên neyênî nekirin. Pêşmerge ji nakokîyên di navbera partîyan bandordar nabe û ji bo parastina Kurdistanê yekitîyeke xurt dabîn kirîye.

    Parlamentera parlamentoya Iraqê ya ji PDK`ê Nakoş Bêrîvanê di wê derbareyê de wisa ragihand:

     

    ``Eger em madeya 140 a Makezagona Iraqê  dabîn bikin, Kerkûk wê bi Kurdistanê ve bête girêdan. Pirs ne ew e ka Kerkûk beşeke Kurdistanê ye yan na, pirs ew e ku madeya 140 bi tu awayî nayê dabînkirin. Madeya 140 a Makezagona Iraqê beşeke parêzgeha Mûsil, beşeke parêzgeha Selehedîn û parêzgeha Kerkûkê dihewîne. Kerkûk di nav Herêma Kurdistanê de ye. Lê, madeya 140 di pratîkê de nehatîye dabînkirin. Kontrola Kerkûkê di destê pêşmerge de ye û ew bajar ji êrişên DAÎŞ`ê tê parastin. Di wan 24 seetên dawîyê de serkeftinên mezin hatin bidestxistin û gelek gund û bajarokên kurdnişîn ji destê DAÎŞ`ê hatin rizgarkirin``.

    Rewşa niha nîşan dide ku çareserkirina gelek pirsên sîyasî, aborî û civakî bi serkeftina li ser DAÎŞ`ê ve girêdayî ye. Ew serkeftin wê çarenûsa herêmê kifş bike û yekitîya wê dabîn bike. Ew yek hem ji bo herêmên nîqaşdar û hem jî ji bo tewaya herêma Kurdistanê derbasdar e. 

    Bi heman mijarî:

    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Kerkûk - Barzanî çû eniya şer
    KERKÛK- Serokê Şîrketa Petrola Bakur hat kuştin
    Kerkûk – ‘Civîna qederê’ dest pê kir
    Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke
    Kerkûk – Komek çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Kerkûk – 20 pêşmergeyên amerîkî şerê DAIŞê dikin
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    DAÎŞ, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de