03:14 25 Mijdar 2017
Zindî
    Parêzer û nivîskarê kurd Mehmet Emin Kartal

    Aktar: Divê siyaseta kurd helwesta xwe zelal bike

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5010

    Parêzer û Niviskar Mehmet Emîn Aktar dibêje îro siyaseta kurdan ne zelal e divê îro kurd daxwazên xwe zelal bikin ku çi dixwazin eger ji bo Tirkiyek demokratîk şer bikin, çima kurd tenê xwe feda dikin.

    Mehmet Emîn Aktar anî ziman  ku li Tirkiyeyê ji bo kurdan dîrok xwe dubare dike. Tirkiye destkeftinê kurdan, mafên wan înkar dike  û bi zorê li ser kurdan şer dimeşîne.  Heya ku li bajarê Kurdistanê şer bidome, ev şer bi dawî nabe.  Aktar da xuya kirin ku tirk îro aşitî naxwazin. Li qada kesî meşa tirkan nedîtiye ku êdî bila şer li Kurdistanê nedome û şer bi dawî bibe,  aşitiyek bi rûmet ava bibe. ‘’Haya kesî ji kuştina kurdan nemaye. Dinya jî bê deng e. Tirkiyê jî polîtîkaya xwe berê dimeşîne. Ev sed sale hişmendiyek di mejiyê dewletê da avabûye dibêje; ev der axa min e. Hunê bibin wek min.  Îro armanca dewletê ewe ku hiişmendiya kurdan bê guhertin.’’

    Aktar diyar kir ku siyaseta kurdan ne zelal e û wiha axivî: ‘’Divê  îro kurd  daxwazên xwe zelal bikin ku çi dixwazin; serxebûnê dixwazin, federasyon dixwazin, otonomî dixwazin, çi dixwazin ev ne zelal e. Niha siyaseta kurdan dibêje  em Tirkiyek demokratîk dixwazin,  ji bo Tirkiyek demokratîk ne hewceyê şer e.   Îro her kes dibêje;  şer ji bo Tirkiyek domakratîk e. Çima ji bo Tirkiyek demokratîk kurd xwe feda dikin. Tirk ji bo vê tekoşînek nameşînin. Tirk ji bo Tirkiyek demokratîk dernakevin qadan. Kurd li ser axa xwe, ji bo mafê xwe  xwedî statûbûna xwe ku  tekoşîn nameşînin, îro mirina kurdan jî mirinek beredaye.’’  

    Aktar da zanîn ku HDP di hilbijartina de 80 parlementer bi dest xistiye.  Qala biratiya gelan dike, wê çaxê divê  gelan bi xwe re bimeşîne. Dema ku gel bi hev re nemeşe wê çaxê biratî ne rast e. Wê gavê şaşitiyek di siyaseta me da heye. Ji aliyekî di parlementoyê da Tirkiyê da cî digrin, meseleyê çareser dikin, ji aliyekî da şer didomînin ev her dû bi hev re nameşin. Ji ber we jî divê siyaseta  kurd daxwaza xwe zelal bikin ku çi dixwazin. Kurd ji bo çi dimirin, ev jî ne zelal e.

    Aktar qala pêvajoya aşitiyê kir û got ku 3 sala diyalog  meşiya,dewlet li gor xwasteka xwe kesên ku harin Girava Îmraliyê tayin kir, tevgera sîyaseta kurd veya neda pêşiya dewletê û jêra  nego; dema pêwisiya min bi hevdîtinê hebe, ezê tayîn bikim.  Hevdîitin li gor îhtiyaca dewletê û hikûmetê meşiya. Ji ber wê jî pêvajoya aşitiyê qop meşiya, piyekî pêvajoya aşitiyê qop bû. Ji bo pêvajoya aşitiyê  divê muhatabên her dû aliyan  azadbin ku dikaribin  xwe bigihînin hedefa aşitiyê. Ji bo vê yekê jî  divê pêvajoyek nû destpê bike û divê muhatabên her dû aliyan jî azadbin.

    Aktar ragihand ku  niha AKP aşitî û azadiyê nede pêşiya xwe ew ê ber jêr bibe. ‘’AKP li Tirkiyê  13 sale ku desthilatdare armanca wan ew bû ku Tirkiyekî li gora xwe ava bikin. Di serî de partiyek reformist û azadî xwast xuya dikir, lê ji bo reformizmê divê hişmendiya te bigûhere. Nunerên AKPê ne di vê hişmendiyê de ne. Armanca wan îktîdara xwe xurt bikin, sistemeka otoriter ava bikin. Dema pêvajoya aşitiyê de jî  hinek zagonan guhartin ku mirov lê şaş dimîne.li Bakurê Kurdistanê li gelek cîyan, li bajar û bajarokan li ser di encama vê zagonê da li hember gel şerekî domandin. AKP aşîtî azadiyê nede ber xwe ewê ber jêr bibe’’

     

    Bi heman mijarî:

    Ceneralê Tirkiyê: `Hêzên Tirkiyê wê jibo kêfkariya amerîkanan neyên bikaranîn`
    Tirkiyê û Amerîka ji nû ve bihevre ne
    Dadgeha Tirkiyê ji nûve derbarê 49 rêvebirên PKKyê de biryara girtinê derxist
    Li Şemzînanê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin
    Îranê derbarê êrîşên PKK’ê de hişyarî da Tirkiyê
    DYA: Tekoşîna Tirkiyê ya li dijî DAIŞ’ê ne bes e, divê zêdetir bike
    Tirkiyê nêzîkî hilbijartinên pêşwext dibe
    Enqara: Amerîka wê heyama bicikirna `Petriot` li Tirkiyê dirêjneke
    Li Qersê şer; efserek artêşa Tirkiyê hate kuştin
    Li Tirkiyê 4 polîs hatin kuştin
    Li Tirkiyê qedexeya ser BasNews rabû
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    DAIŞ hişyarî dide Serokomarê Tirkiyê Erdogan
    Demirtaş: Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin
    Eniya El Nusra daxwaza Tirkiyê pêktîne
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de