11:03 20 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî,  Mesrûr Barzanî û Mistefa Seyîd Qadir

    Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Şandekê Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro piştî nivro li Hewlêrê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî kirin û ji aliyê Emîndarê Giştî yê vê partiyê Mihemed Emîn Ferec ve hatine pêşwazî kirin.

    Endamên mekteba siyasî Dr Kemal Kerkûkî, Azad Berwarî, Kak Emîn Necar û Dilşad Şehab jî di nav şanda PDK’ê de bûn.

    Piştî civînê Barzanî û Ferec di civînekê rojnamevanî de axivîn. Mesûr Barzanî diyar kir ku mafê hemû pêkhate û partiyan heye ku beşdarê civînên pêncqolî bin û nûnerên wan di civînan de hebe. Barzanî got ku jiber ku pirsên têne gotûbêjkirin giringin û divê nêrîna aliyan jî di nav de hebe.

    Barzanî got ku tenê şandekê PDK’ê heye bo danûstandinan û nêrîna wan diyare ew dixwazin ezmûna demokrasiyê bê parastin û heger çareserî bi gotûbêjan nebe divê pirsê bibin ber destê gel û ew biryar bidin.

    Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Mihemed Emîn Ferec jî diyar kir ku di gehiştina rêkeftinê de ew geşbînin û daxuyand ku ew jî tevlî dibin ku nûnerên aliyên di parlamenê de jî di cîvînan de amade bin.

    Şanda PDK’ê danê sibê li ligel Sekreterê Giştî yê PSDK Mihemed Hacî Mehmûd jî hevdîtin kiribûn. Piştî vê civînê jî serdana Tevgera Îslamî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Nûnergehên Olî li Herêma Kurdistanê tên vekirin
    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de