21:48 25 Îlon 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Li Diyarbekirê çalakiya ‘rawestandina jiyanê’

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li ser banaga Partiya Herêmên Demokratî (DBP) ya ‘rawestandina jiyanê’ li Diyarbekirê gargehên taybet derebeyên xwe venekirin, otobusan kar nekir.

    DBP bi daxuyaniyek nivîskî bi armanca protesto kirina êrîşên hêzên ewlekariyê yên li Farqînê, banga rawestandina jiyanê kir. Di daxuyaniyê de ku li ser navê Serokê DBP’ê yê Diyarbekirê Hafize İpek hatiye weşandin, wiha tê gotin:

    ”Hikûmeta AKP’ê di hilbijartinên 7’ê Heziranê de encama ku dixwest bi dest nexist. Ji ber vê dixwaze bi pêkanîna polîtîkayên şer ji herêma me û ji Kurdan tolê bistîne. Waliyên AKP’ê li gelek navçeyên me herêmên ewle ragehandin û li navçeyên Farqîn û Lîcê jî derketina derve qedexe kir. Ji bo protestokirina êrîşên li ser Farqînê û ji bo li pêşiya komkujiyê  bigrin, bang li gelê xwe dikin ku roja 26’ê Tebaxê jiyanê rawestînin.”

    Piştî vê daxuyaniyê îro li Diyarbekirê dukandaran derebeyên xwe venekir û otobusan jî kar nekir.

    Li herdu navçeyên Farqîn û Licê ya Diyarbekirê eve demeke di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de pevçûn hene. Herwiha ciwanên YDGH xendekan dikolin û nahêlin polîs û leşker bikevin taxan.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de