23:13 20 Îlon 2017
Zindî
    Nurî El Malikî

    Mehma Xelîl: Xelkê Şengalê Nûrî Malîkî didin dadgehê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 910

    Endemê berî yê Encûmena Nûnerên Iraqê Mehma Xelîl daxuyand ku xelkê Şengalê bi tometa radestkirina Mûsilê, serokwezîrê berê yê Iraqê didin dadgehê.

    Fermandarê Hêzên Pêşmerge ya devera Şengalê û Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Mehma Xelîl ragehand: ”Jiber rola Malîkî hebû ye di radestkirina bajarê Mûsilê de, xelkê Şengalê dê giliyê wî bikin li dadgehê. Li bara gel de Nûrî Malîkî yekem berpirsê ketina Mûsilê ye.

    Xelîl diyar kir ku belgeyên rast hene ku Nûrî Malîkî di ketina Mûsilê de berpirse û ji ber vê jî divê bê darizandin.

    Mehma Xelîl got ku Malîkî û partiya wî dixwazin vê tawana mezin ji ser xwe rakin û bavêjin stûyê berpirsên Kurdistanê.

    Komîteya Lêkolîna Mûsilê jî destnîşan kiribû ku berpirsê yekem ê ketina Mûsilê serokwezîrê berê Nûrî Malîkî ye.

    Rêxistina DAIŞ’ê di 9’ê Hezîrana 2014’ê de duwem bajarê mezin ê Iraqê Mûsil dagir kiribû û paşî serê meha Tebaxê êrîşê Şengalê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de