08:43 23 Îlon 2017
Zindî
    Balafir

    Firokeyên şer li Qendîl û Gare bombe barandin

    © Foto: SUKHOI COMPANY
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê doh bi şev demjimêr 21.00’ê heta 21.30’ê li herêma Qendîlê baregahên PKK’ê bombebaran kirin.

    Herwiha hate zanîn ku firokeyan li Çiyayê Gare jî gundê Sêdarê bombebaran kirine.

    Hate gotin ku roja 20’ê Tebaxê firokeyên şer ên artêşa Tirk li herêma Qendîlê gundên Lewjê, Enzê û Bolê jî bombebaran kirine û zirar gehiştiye malên gundiyan û elektrîkên gundan qut bûye.

    Lê nehat zanîn ka di van êrîşan de ti zirarek canî heye yan na.

    Firokeyên şer ên artêşa Tirk di 1’ê Tebaxê de jî gundê Zergelê û Bokrîska yê Qendîlê bombebaran kirin û di encam de 8 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de