15:53 20 Îlon 2017
Zindî
    Petrol

    Kirîgerê ne jiber xwe ve yê petrola kurdî

    © Fotolia/ Edelweiss
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 3501

    Ji nişka ve hat têgihiştin ku beşekî mezin ji petrol kurdî –ango hetanê 75%, ku Kurdistan difrot, Israyl bikartanî. Ne Israyl û ne jî Kurdistan dûpat nakin ku petrol diçe ji Israylê re an di riya Israylê re bi şûnde tê şandin.

    Şirovekirna siyasetmeder, eksperê di ware Rojhilata Navîn û problêma kurdî de vadîm Makarenko.

    Helwesta herdû aliyan têgihiştî ye. Kurd, jibo serxwebûna aborî û paşê ya siyasî wergirin, neçarin petrol bifroşin, lê derfeta jibo vê yekê sînordare. Ew vî karê xwe li ser bingeha destûra Îraqê ya ji sala 2005-an û destûra herêmê bixwe isbat dikin. Ev yek ne hemû dadgeh pê qaylin, tev ku destserdanîna petrol heta niha ne bûye jî. Bi vî awayî, petrol kurdî, ku bi daxwaza Bexdayê li Amerîkayê hatibû girtin, bi şûnde jibo geştgeha Cîhan hat şandin û paşê bilez di navbera Misir û Israylê de windabû. Bexda bi siyaseta Hewlêrê ya derbarê petrol de lihevnake û li ser lêpirsîna aliyên ku vê petrol dikire rike. Di vê raewşê de, hetanî Israyl jî mikur nayê ku ew petrol kurdî dikire, tev ku zanyariyên rasteqîn dûpatdikin ku petrol jibo Israylê tê şandin.

    Israyl çi armancan dişopîne, gelo ew vê petrol dikire jiber gelkî base û pir bi fêde ye, an jî li dû vê yekê planên siyasî stratîjî hene? Bi her hal, Israyl herdemî kêfxweşe ku Îran —dijberê xwe yê sereke û dijberê sereke yê serxwbûna Kurdistanê acêz bike. A seyr ew e ku helwestên Îran û Amerîkayê di pirsa derbarê parastina yekitiya xaka Îraqê de  pir nêzîkî hevin.

    Siyasetmederên Israylê jî, bi taybetî serokwezîr Binyamîn Netanyahû, tersî wê, hertim dibêjin ku heger Kurdistan serbixwe bibe, Israyl wê yekser wê serxwebûna wê nas bike, lê radighîne ku ew bang li perçebûna Îraqê nake, lê tenê heger bi awakî xwezayî perçebibe, ew amadeye serxwebûna Kurdistanê nas bike. Damezrandina dewletek ne erebî din li Rojhilata Navîn di berjewendiyên siyasî yê Israylê de ye. 

    Li Kurdistanê bixwe, danûstendinên  piranya kurdan bi cihûyan re başe, kesên berpirsyar derbarê armancên xwe li nav xelkê belavnakin. Li wir ditirsin ku têkilyên bi Israylê re, ku gelekn ereb amadene kurdan bi vê yekê tewanbar bikin, dikarin astengyan li pêşya serxwebûnê derxînin. Jiber vê yekê, kurd dibînin ku tu-sedemên siyasî li dû firotina petrola kurdî ji Israylê re  tune û sedem tenê rewşa li bazarê ye û firoşkar hema bêj nikare karîgeriyê li pêvajoyê bike ku ji aliyê desthilata Tirkiyê vet ê orgenîzekirin.

    Nûnerê hikumeta herêma Kurdistanê li Moskowê Bûrhan Aso destnîşandike ku petrol ji aliyên ku dixwazin bikirin re tê şandin û di vê yekê de tenê berjewendiyên pamatîkî tên berçavkirin:

    Доктор Мордехай Кедар, исследователь из Центра стратегических исследований им. Бегина – Садата, признает, что в деле присутствует политическая составляющая. Он говорит:

    Doktor Mordexay Kedar, lêkolînerê ji Navenda lêkolînên stratîjîk  ya binavê Begin-Sadat mikur tê ku di vî karî de beşekî siyasî jî heye.

    Bi rastî jî, petrol wek avê ye her tim qulekê ji xwe re dibîne, lê jibo liva wê jî qanûn hene, jiber petrol –berya her tiştekî, siyasete.

    Bi heman mijarî:

    Nûnergehên Olî li Herêma Kurdistanê tên vekirin
    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Israyl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de